Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin 2022-02-25 09:03:48 AMED - Şêniyên Sûrê, bertek nîşanî avahiyên ku li şûna avahiyên wan hatine çêkirin û pêşkêşî sermayedaran hatine kirin dan û gotin: "Ên ji bo zengînbûnê hatine vira dê serê wan di ber wan de biçin. Em dev ji vir bernadin."  Piştî qedexeya derketina derve ya li Sûr a Amedê ya di sala 2015an da hatibû îlankirin, 6 taxên navçeya dîrokî hatibûn serobinkirin. Ji van taxan yek jê jî Taxa Hasirliyê ye. Li Hasirliyê çêkirina 52 dikanan hat temamkirin û di 10'ê Sibatê de li Navenda Çandê û Kongreyê ya Sezaî Karakoç bi mazatekê hatin berpêşkirin. Mazat ji aliyê Şîrketa Xizmetên Emlakê ya girêdayî TOKÎ'yê ve hat kirin. Şîrketê ji bo mazatê vexwendname tenê ji "sermayedarên" bajêr re şand. Xwediyên avahiyên ku li şûna avahiyên wan dikan hatin çêkirin jî nehatin vexwandin.    Şêniyên Taxa Hasirliyê bertek nîşanî vê dan.   Îhsan Sevîktek ku berê li Hasirliyê xaniyê wî û du dikanên wî hebûn, bi vî awayî careke din hat mexdûrkirin. Sevîtek, di sala 1993'yan de piştî gundê wan Kirmî yê girêdayî navçeya Licê hatiye şewitandin hatiye Sûrê. Sevîtek, gava hatiye Sûrê ji xwe re dikanek çêkiriye û pê debara xwe kiriye. Lê di sala 2015'an de careke din mecbûr maye terka xaniyê xwe bike. Di vê pêvajoyê de tenê xanî û dikana Sevîtek ji dest neçûne, di şerê li navçeyê de zarokek wî jî jiyana xwe ji dest daye.    Sevîtek bi mazata vê dawiyê hat çêkirin re careke din hatiye mexdûrkirin.    EW DER GUND BÛ, EV DER BAJAR...   Sevîtek, anî ziman ku ji roja ku hatiye Sûrê heya niha li navçeyê esnaftiyê dike û lewma her kes wî nas dike. Sevîtek, destnîşan kir ku ji salên 90'an heya niha du caran bi van bûyeran re rû bi rû maye û got: "Em mexdûrên vî bajarî ne. Em li gundê Kirmiyê diman. Gundê me di sala 1993'yan de hat şewitandin. Sûr çawa hat şewitandin, wê çaxê gundê me jî bi heman awayî hat şewitandin. Wê demê hin ferdên malbatê bêyî pêlavekê jî têxin nigê xwe, pêxwas terka gund kirin. Li vira jî heman tişt hat serê me. Ew der gund bû, ev der bajar... Li bajarekî wekî Amedê, di sala 2015'an de xaniyên mirovan bi ser serê wan de xera kirin an jî di jêrzemînan de mirov şewitandin. Me qet etxmîn nedikir dê tiştekî wisa çêbibe."    Sevîtek, da zanîn ku xaniyê wî yê li Sûrê hat şewitandin 3 qatî û 190 metrekare bû û got: "Şer dest pê kir. Ji bo mirov derkevin tenê rojekê muhlet dan. Em jî wê rojê ji Sûrê derketin. Gava em ji vir derketin hema bibêje em tazî bûn. Me dua kir ku em ji birçîna nemirine. Tam mehekê me ji bo wergirtina cenazeyê xwe li ber xwe da. Şerê di navbera du dewletan de çawa be, şerê li vira jî heman tişt bû."    DOZA XANIYÊ XWE DIKE   Sevîtek, diyar kir ku TOKÎ'yê ji bo xaniyê wî û dikana wî ya hatine xerakirin 6 daîre teklîfî w kirine, lê wan qebûl nekiriye. Sevîtek, bilêv kir ku piştî teklîf red kirine, vê carê pere teklîfî wan hatiye kirin, lê wan pere jî qebûl nekiriye. Sevîtek, got: "Li vê kolanê du dikanên min hebûn. Niha xaniyê min jî kirine dikan. Ev der ên min bûn û tapoya wan li ser min bû. Ez ê xaniyê xwe nedim. Çi teklîf dikin bila bikin. 100 sal jî derbas bibe ez ê dev ji xaniyê xwe bernedim."    'WÊ DERKEVIN'   Sevîtek, bertek nîşanî sermayedarên ku dikanên li ser xaniyê wî hatine çêkirin da û got: "Ên dixwazin van dikanan bikirin, dixwazin bêtir zengîn bibin. Divê baş zanibin dê serê xwe têxin ber xwe û ji vir derkevin. Ger bi şertên qeyûm û îqtidara AKP-MHP'ê hatibin û vira û çavê wan li zengînbûnê be, şaşiyê dikin. Dibe ku niha em li kuçeyan bibin, lê qethiyen em dev ji vira bernadin. Gava heman zilm li wan bihata kirin û dest daniyana ser xanî û dikanên wan wê çi bikirana? Wê destê me di paxila wan kesan de be ku komkujî kirin û ev der xera kirin."    TOKIYÊ QEBÛL NEKIR   Tahsîn Aktaş ku zêdetirî 40 salan qehwexaneya wî li kêleka Dêra Sûrp Gîragosê bû, piştî ji bêgavî ji Sûrê derketiye, TOKI'yê ji bo xaniyê wî û dikana wî xanî teklîfî wî kiriye. Lê Aktaş teklîfa TOKÎ'yê qebûl nekiriye û doza erseya xwe dike. Her wiha ji bo qehwexaneya wî jî ew şandine weqfê.    Aktaş got: "Her tişt ji me re qedexe kirine. Ev der milkê min ê bi tapo ye. Ez bi salan li vira mam. Gava ez nû hatim vira çî min hebû min ji bo vir xerc kir. Lê niha ez di kirê de me."    Aktaş, da zanîn ku xaniyê wî li qada ku berê Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf lê bûye û niha Qeymeqamtiya Sûrê lê hatiye çêkirin bûye û got: "Di tapoyê de 94 metrekare bû û 3 qatî bû. 45 salên min derbas bûn di wî xaniyî de. Li ser kolana sereke bû. Ez çûm Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê. Ji min re gotin, me 180 hezar TL xistiye hesabê te. Nih tu bi wî pereyî nikarî qulûbeyekê jî bistînî. Jixwe em mexdûr kirin. Em ê çi bikin ji wî 180 hezar TL'yî? Ez doza erseya xwe dikim. Tapora wê jî heye. Heya sax bim ez ê doza xaniyê xwe bikim."    MA / Ceylan Şahînlî - Mehmet Guleş