Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir 2022-02-25 09:03:50 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, giliyê gardiyanê ku gef lê xwaribû, kir.  Li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan gava Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo aşiyê çûbû revîrê, ji ber ku destên wê di berîka wê de bûn gardiyanê li wir gef lê xwaribûn. Guven, giliyê gardiyan kir. Her wiha parêzerên Guvenê jî ji ber ku îdaraya girtîgehê bi hinceta "gef li gardiyan hatiye xwarin" 11 roj cezayê hucreyê lê hatibû birîn, serî li Dadgeriya Înfazê ya Ceza dan û îtiraz kirin.    Ji parêzerên Guven Parêzer Serdar Çelebî, anî ziman ku cezayê li muwekîla wê hatiye birîn hê nehatiye erêkirin. Çelebî, bilêv kir ku pîvanên girtîgehê tevî girtiyan ji bo personelên wê jî derbasdar in. Çelebî got: "Ger ew personel bi kêfî û bi awayekî der qanûnî tevbigere, dê encamên derî qanûnê rû bidin. Sedema cezayê hucreyê yê li Leyla Guvenê hatiye birîn, ji ber ku destê wê di berîka wê de bûne."   GILÎ KIR   Çelebî, diyar kir ku cezayê hucreyê yê li Guvenê hatiye birîn cezayek giran e û got: "Îdiaya gardiyan ev e: 'Destê wê di berîka wê de bû. Guman li min peyda bûn. Lewma min xwest destên xwe ji berîka xwe derxe.' Lê em dizanin ku girtîgeh bi awayekî pir zêde tê parastin. Di têketinê de amûra x-rayê heye. Ne pêkan e ku kes bi xwe re tiştekî têxe hundir. Jixwe gava wan dibin cihê aşiyê, çawa ji qawîşê dertên ser wan bi temamî tê sehîkirin. Gava ev bên berçavkirin, pir aşkere ye ku gardiyan hezm nekiriye û xwe wekî nûnerê dewletê hesibandiye û bi kêfî hereket kiriye."    Çelebî, da zanîn ku Guvenê li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê giliyê gardiyan kiriye. Her wiha Çelebî, diyar kir ku ji bo cezayê hucreyê jî serî li dadgehê dane.