Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin 2022-02-25 09:03:52 KOCAELÎ - Mahîr Ada ku di Girtîgeha Bunyan a Tîpa T'yê de ye, ragihand ku dê li hemberî ferzkirina xwendina Sirûda Îstîklalê û lêgerîna tazî li ber xwe bidin.  Mahîr Ada, di sala 2014'an de gava xwendekarê Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogûyê bûye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 12 sal ceza lê hatiye birîn. Ada ku di Girtîgeha Bunyan a Kayserî ya Tîpa T'yê de ye, heya niha sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin. Dêya wî Yeter Ada, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê yên kurê wê bi wan re rû bi rû dimîne ragihandin.    FERZKIRINA XWENDINA SIRÛDÊ   Ada got: "Kurê min got, 'Gardiyanan ji wan re gotiye çawa li eskeriyê serê sibê û êvarî Sirûda Îstîklalê tê xwendinê, hûn ê li vira jî wisa bikin.' Girtî jî li ber vê rabûna û li ber xwe dane. Kurê min got, gava sirûdê naxwazin wan bi erdê ve kaş dikin û bi pehînan li wan dixin. Kurê min got, li qawîşê tu rihetî ji wan re nemaye û bûye wekî dema darbeya 12'ê Îlonê."    TAHDE LI GIRTIYÊ NEXWEŞ KIRINE   Ada, destnîşan kir ku lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, pirtûk û kincên wan nadin wan, di qawîşên 14 kesî de 4 kes dimînin û bi vî awayî girtiyan ji hev dûr dixin. Ada, bilêv kir ku girtiyên li ber van binpêkirinan radibin jî cezayê hucreyê li wan tên birîn û di heman demê de tahde li girtiyên nexweş jî tê kirin. Ada, bilêv kir ku gardiyanan pêl pişta girtiyê fitiq di pişta wî de heye kirine û girtî ji ber vê nerihetir bûye.    LI DIJÎ ZEXTAN BERXWEDAN   Ada, diyar kir ku girtî li ber van binpêkirinên mafan li ber xwe didin û got: "Kurê min got, 'Em vê zilmê qebûl nakin. Ji ber vê jî cezayê hucreyê li wan tê birîn.' Mafê wan ê telefonê, hevdîtinê û hewadariyê binpê dikin. Kurê min got, wê li dijî hemû çewisandinan li ber xwe bidin."    Dayik Ada, bilêv kir ku ji bo jiyana girtiyan fikarên wan hene û xwest tahdeya li girtiyan tê kirin bi dawî bibe.