Li Midyatê operasyona nelirêtiyê 2022-02-25 13:32:34   MÊRDÎN - Li dijî karmendên serdema qeyûmê berê, xebatkarên Tapo-Kadastro û çend xebatkarên banqeyan, li Midyatê operasyona nelirêtiyê hat kirin.    Li navçeya Midyat a Mêrdînê li dijî karmendên serdema qeyûmê berê Mûstafa Yaman, xebatkarên Mal û Milkê Netewî, Midûriyeta Tapo-Kadastro û çendek xebatkarên, bi sedema nelirêtiyê operasyon hat kirin. Hat zanîn ku operasyon di çarçoveya lêpirsîna Serozgeriya Komarê ya Mêrdînê de hatiye kirin û sedema operasyonê jî weke “Di karê cemaweriyê de nelirêtî kirine, qezencên ne heqê wan bi dest xistine” hatiye destnîşankirin. Di heman de kesên behsa xeberê bi sûcên weke “mal û milk ne li gorî rastiyê dewir kirine û di bikaranîna krediyên banqeyan de nelirêtî kirine” jî hatin tawanbarkirin.    Ji kesên hatine binçavkirin Serkarê Mal û Milkê Milî ya Midyatê Mûrat Ozkan û yek ji xwediyên kargeha Nûrpa Enerjiyê Nûrî Parlak jî hene. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di serdema qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman de navê Parlak di gelek îhaleyên nelirê de ketibû rojevê.