Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin 2022-02-25 13:43:41   STENBOL - Hevserokê Rêxistina Bajar a SYKP’a Stenbolê Ronî Goren bi hinceta erêkirina cezayê di dema xwendekariyê de, hate binçavkirin û şandin edliyeyê.   Hevserokê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) ê Stenbolê Ronî Goren, dema dixwest ber bi Enqereyê ve bikeve rê, li Îstasyona Sogutluçeşme ya Stenbolê hate binçavkirin.    Polîsan, Goren birin Navenda Polîsan a Goztepeyê. Hat zanîn ku Goren bi sedema erêkirina cezayê 3 meh û 2 rojan ê di dema xwendekariyê de hatiye binçavkirin. Polîsan, ji bo karûbarên girtinê Goren birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Goren, dê li vê derê derkeve pêşberî Dadgeha Sizayên Lihevanînê û piştre jî bişînin Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê.