Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn 2022-02-25 14:09:04   ÎZMÎR - Girtiyê bi navê Metîn Toprak ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Kiriklarê dimîne, diyar kir ku bi şewba koronayê ketine lê belê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê ne wan dişîne nexweşxaneyê û ne jî dermanan dide wan.    Yek ji girtiyên ku di tebaxa sala 2021’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê veguhestîn Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Kirikkaleyê Metîn Toprak, şevê din li xwîşka Nezahat Toprak geriya û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê agahî dan. Toprak ku 27 sal in girtî ye, da zanîn ku 10 roj berê tevî 2 hevalên xwe bi şewba koronayê ketiye. Toprak diyar kir ku rêveberiya girtîgehê dermanan nade wan û şevê din rewşa hevalekî wan xerab bûye lewma jî rakirine nexweşxaneyê. Toprak, destnîşan kir ku piştre jî cihên hucreyên wan hatine guherandin.   'KIRYARÊN TAYBET HENE’   Nezahat Toprak da zanîn ku li dijî girtiyên ji Kirikkaleyê hatine sirgûnkirin “sepanên taybet” di meriyetê de ne û ev agahî parve kirin: “Birayê min hem bi koronayê ketiye û hem jî mîdeyê xwe ve aciz e. Li Kirikkaleyê ji ber êşa mîdeyê xwe dihat dermankirin lê ev tedawiya wî li Bucayê hat astengkirin. Divê ava kaniyê nevexwe. Lê ne avê didin wan û ne jî dermanan. Cil û bergên wan heta bincilên wan jî nedayînê. Tiştên ku me bo wan şandibûn jî hatine desteserkirin. Didin zorê ku tiştên xwe ji kantînê bikirin. Ji ber van sepanan bi rojan ketibûn greva birçîbûnê. Soza ku êdî van sepanan naxin meriyetê dabûn lewma jî çalakî bi dawî bûbû. Lê em dibînin ku ev sepane bi dawî nebûne.”   MALBAT BIFIKAR E   Di berdewamê de Toprak got ku ew ji ber tenduristiya birayê xwe bifikar in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hevdîtina dawî de dengê wî bo min xweş nedihat. Gelek zêde dikuxiya û qirika wî dihat girtin. Got ku bi zor zehmet ji nava nivînan derdikeve, gelek xweh dide û qet nikare bê û biçe. Piştî ku testa wan pozîtîf derketî, xwestin biçin nexweşxaneyê lê ev daxwaza wan hate redkirin. Tu derman jî nedayînê. Bi vî halî re jî odeyên wan hatine guherandin. Erê rast e ev mijar heta astekî di rojevê de ye lê bi têrî pêşîlêgirtina van binpêkirinan nake. Hewceye em ji ber zextên li ser girtiyan, dengê xwe derxînin.”