‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’ 2022-02-25 16:09:16   WAN - Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê Azad Kalkan ê di roja 75’emîn a Nobeta Edaletê de serdana malbatên girtiyan kir, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bin banga piştevaniyê kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 75’emîn de berdewam dike. Dayika Malîk Demîragaç ê li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê ragirtin, Emîne Demîragaç, hevjîna Ebedîn Abî yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Bunyan a Qeyseriyê tê ragirtin, Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin Dilşah Alkan û bavê Botan Tîmûr ê di heman girtîgehê de tê ragirtin, Kazim Tîmûr di çalakiya îro de cih girtin. Endamên Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê serdana malbatan kirin.    ‘LI GIRTÎGEHAN BEDELÊN GIRAN TÊN DAYÎN’   Hevserokê Komeleya Lêkolînên Koçê ya Serhedê Azad Kalkan ê di serdanê de axivî, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li her qada Tirkiyeyê diqewimin herî zêde li girtîgehan tên jiyîn û wiha got: “Em zilma li Tirkiyeyê li her qadê bi mirovan didin jiyîn dizanin. Bedela vê ya herî giran jî girtî didin.” Kalkan, destnîşan kir ku girtiyên nexweş tevî rapora “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî nayên berdan û wiha berdewam kir: “Hikumeta ji valahiya pergala edaletê sûdê digire, girtiyên siyasî yên kurd terkî mirinê dikin. Em weke komele her tim li cem çalakiya ku dayikên me dane destpêkirine.”    Kalkan, wiha bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk kir: “Ji bo dawî li vê trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bê anîn, divê her kes çi ji destê wan tê bike.”