3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin 2022-02-25 16:19:18   NAVENDA NÛÇEYAN – Sê girtiyên ku ji 30 salî zêdetir di girtîgehê de bûn ji girtîgehên cuda hatin berdan.    Sê girtiyên ji ber sedemên siyasî di girtîgehên cuda de bûn, duh hatin berdan. Haci Şukru Akman piştî 30 salan ji Girtîgeha Hîlwanê ya Rihayê, Huseyîn Bozkurt piştî 32 salan ji Girtîgeha Depê ya Xarpêtê û Omer Çeken piştî 30 salan ji Girtîgeha Bafraya Samsûnê hatin berdan.    Malbat û hevalên girtiyan wan li ber deriyên girtîgehan pêşwazî kirin. Hat zanîn ku her sê girtî jî ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ne û îro gihîştine navçeyê.