ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-26 09:00:40 * Rojnameger Merwan Ozdemîr têkildarî nîqaşên li ser serokomariya Iraqê axivî û wiha got: “PDK, bi nîşandana namzetê xwe re xetere li ser destkeftiyên kurdan çêkir.” * Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Şîrîn Altay, diyar kir ku amadekariyên ji bo Kongreya Asayî ya 6'an a DBP'ê temam bûne û bang li her kesî kir ku bi rengên xwe û coşa xwe tevli kongreyê bibe.   * Înfaza girtî Haşîm Kaya, ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Îdare û Çavdêriyê hat şewitandin. Kaya ji bo Desteya Çavdêriyê gotibû: "Ev kafir paşê hin tiştan derdixin. Cezayê te diqede, dîsa jî te bernadin."    * Mûhîttîn Kaya, birayê Veysî Kaya yê ku di sala 2006'an de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir bi bedena xwe xistibû û jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku alaya têkoşîna birayê wî ya ji bo azadiya Ocalan li erdê nemaye û wan alaya wî hilgirtiye.    * Jinên ku ji ber qeyûmên tayinî Şaredariya Bismilê hatin kirin du caran karê wan hatin xespkirin, 2 sal in bi hevkarî dixebitin û bi vî awayî hem li ser pêyan disekinin hem jî pê debara xwe dikin.    * Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, anî ziman ku ji ber deynên qeyûm, enfalasyona zêde û fatûreyên giran ên ceryanê xizmete ku dixwazin ji navçeyê re bikin û projeyên wan ên nû bi derengî dikevin.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 355’emîn de berdewam dike.    * Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê, dê 2’yemîn Lijneya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Baroyê ya Îzmîrê pêk bîne. (11.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 883'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Çalakiya Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" tên lidarxistin berdewam dikin. (12.00 - 13.00)   * Şerê Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin wê li Edeneyê bi daxuyaniyekê bê şermezarkirin. (12.00)   * PEN a Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û ARÎ-DER, ji bo piştgiriya bi nivîskarên girtî re wê li Şaxa Petrol-Îş'ê ya Êlihê çalakiya îmze kirinê li dar bixin. (13.00)    * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê li pêş ÎHD'a Enqereyê di hefteya 390’emîn balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Li Amed û Îzmîrê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê daxuyanî bên dayîn. (13.00-14.00)    * ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 518’emîn de li ber avahiya xwe çalakiya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)   * 7 partiyên ku wê bi banga HDP’ê li hev bicivin, wê li Enqereyê bên gelhev. (14.00)    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên li Amed, Wan û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (13.00-16.00)   * Rojnamevan Rohat Aktaş û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel ên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, wê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (15.00)