Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin 2022-02-26 13:36:37   EDENE  - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê protesto kirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê, bi mebesta protestokirina êrişa Rûsyayê ya li dijî Ûkraynayê, li pêşiya Parka Înoniyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Edeneyê parêzer Sevîl Araci Bek ve hat xwendin. Bek, da zanîn ku şer bi xwe re kuştina kedkaran, girî û xizaniya xelkê hejar tîne. Di berdewamê de Bek diyar kir ku di şer û pevçûnan de xelk nikare xwe bigihîne pêdiviyên herî jiyanî jî.    Bek, herî dawî jî wiha got: “Şerê li Ûkraynayê, berdewamiya hevrikiya di navbera du aliyên emperyal de ye. Divê Tirkiye bi tu awayî nebe aliyekî vî şerî. Ji bo ku welatê me nebe aliyekî vî şerî, divê di zûtirin dem de ji NATO’yê derkeve ku rêxistina şer a hêzên emperyal e. Divê Rûsya jî di zûtirin dem de dawî li êriş û dagirkeriya xwe ya li Ûkraynayê bîne. Heke mafê tayînkirina qedera xwe ya gelan bê qebûlkirin, pirsgirêkên heyî dikare bi rêya guftûgo û aştiyê bên çareserkirin.”