Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn 2022-02-26 15:20:13   AMED/ÊLIH - Xizmên windakiriyan û şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê, di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar, parêzer Metîn Can û Dr. Hasan Kaya pirsîn.      Xizmên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ku aqûbeta kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan bipirsin, di hefteya 681’emîn de jî çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşuyoluyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin hilgirtin. Endamên Meclisa Jinan a Şaxa Konfederasyona Sendîqaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê û gelek parastvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn.    Beriya çalakiyê, polîsan qertên çapemeniyê yên rojnamegeran kontrol kirin û piştre destûra kişandina dîmenan dan.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar hat pirsîn ku di destpêka salên 90’î de ji bo zanîngehê ji Amedê çûbû Stenbolê, di 20’ê sibata sala 1994’an de hatibû binçavkirin û pişre jî tu agahî jê nehatibûn girtin.    ‘EM Ê HESABÊ BIPIRSIN’   Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku windakirina welatiyan û cînayetên kiryarnediyar, polîtîkayeke dewletê ye. Bi domdarî jî Zeytûn ev tişt anî ziman: “Dewleta ku wê demê mirov bi awayekî sîstematîk winda dikirin, niha jî bi heman rêbazê faîlên wan vedişêre. Em ê hesabên van sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, bipirsin. Ev polîtîkaya windakirinê û cînayetên kiryarnediyar, weke şerekî taybet li dijî kurdan hat meşandin.”   YILDIZHAN: BÛN HÊVÎ   Berdevka Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Fatma Yildizhan jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li daxwaza malbatên ku xizmên wan di salên 90’î de hatine windakirin, niha jî daxwaza edaletê yên malbatên girtiyan li ser zêde bû. Têkoşîna edaletê ya malbatên girtiyan bo me bûye hêvî. Piştevaniya me ya bi malbatên girtiyan re dê bidome.”   SERPÊHATIYA AYDINLAR    Herî dawî jî Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Ferhat Berkpinar serpêhatiya Cûneyt Aydinlar xwend û wiha got: “Li Fakûlteya Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê di pola sêyemîn de bû. Aydinlar, di 20’ê sibata 1994’an de ji hêla polîsên TEM’ê ve li Stenbolê hat binçavkirin. Tevî 15 hevalên xwe hefteyekî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin ragirtin û qeydên wan nehatin çêkirin. Qeyda binçavkirina Aydinlar jî weke 27’ê sibatê hat nîşandan. Di 28’ê sibata 1994’an de jî polîsên Şaxa TEM’ê Aydinlar birin Viraziyê Çukurcuma Kadîrler a Beyogluyê. Şêniyên taxê dan zanîn ku zêdetirî 30 polîs li wir bûn û Aydinlar di nava xwînê de bû, piyekî wî şikestibû û nedikariya xwe li ser pêyan bigire. Lê polîsan îdia kir ku Aydinlar, di dema cihnîşandanê de reviyaye û agahî jê negirtine. Her 14 hevalên Cûneyt jî hatin girtin. Van kesan di 17’ê adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe ev agahî dan; ‘Aydinlar di 20’ê sibata 1994’an de hate binçavkirin û me herî dawî di 2’yê adarê de dît. Rastî îşkenceyên giran hat û polîsan jê re got ku dê ber bi mirinê ve biçî. Piştre jî kaş kirin û ji hucreyê derxistin.’ Li ser îdiayên polîsan ku digot reviyaye, Serdozgeriya Komarê jî derheqê Aydinlar de biryara girtinê derxist. Hem malbat û hem jî ÎHD’ê gelek serlêdan kirin lê hemû hewldanên wan bêencam man. Ev bû 28 sal ku tu agahî ji Aydinlar nayên girtin. Divê lêpirsîneke bibandor bê kirin û kujerên wî bên darizandin.”    Piştî daxuyaniyê jî xizmên windakiriyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî bi çepikan bi dawî bû.    AQÛBETA CAN Û KAYA PIRSÎN    Xizmên windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 518’emîn de çalakiya xwe li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin û wêneyên windakiriyan hatibûn hilgirtin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Zekî Tanguner axivî û da zanîn ku ji ber biryara qedexeyê ya walîtiyê, ev du hefteye nikarin çalakiya xwe li dar bixin. Tanguner piştre jî aqûbeta Serokê Şaxa ÎHD’a Xarpêtê parêzer Metîn Can û endamên damezirîner Dr. Hasan Kaya pirsî ku 28 sal berê ji malên xwe hatibûn revandin û qetilkirin.