Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn 2022-02-26 15:46:16 RIHA - Rojnamevan Rohat Aktaş û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel ê li jêrzemînên Cizîrê bi şewitandinê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Bîranîna tevî astengkirina polîsan jî hat lidarxistin de wiha hat gotin: “Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”   Midurê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel yê di qedexeyên Cizîrê de li “jêrzemînên hovitiyê” hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Beriya bîranînê polîsan ketina Goristana Malbatê ya navçeya Pirsûsê bi barîkatan dorpêç kir. Polîsan, malbat, rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û girseya wê derê ku xwestin bikevin goristanê astengkirin.    Ji ber ku ji bilî malbatê kes negirtin goristanê li pêş goristanê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’ê yê Rihayê Ziya Çalişkan, destûr nedayîna bîranînê şermezer kir û wiha got: “Bîranîn û têkoşîna wan ji bo me girîng e. Em ê bîranîna wan bidin jiyîn. Em ala ku wan dewrî me kirin pêş ve bibin. Em careke din wan bi bîr tînin.”   ‘RASTÎ JI GEL RE RAGIHAND’   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî bi lêv kir ku Rohat Aktaş ê di jêrzemînên Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû rojnameger bû û wiha got: “Aktaş ji bo rastiyan ji gel re ragihîne li Cizîrê bû. Heta kêliyê dawiyê jî gel agahdar kir û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Em li pêş bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em ê têkoşîna wan her tim bidomînin.”   ‘TÊKOŞÎNA WAN TÊKOŞÎNA ME YE’   Kekê Yavûzel Halîl Yavûzel jî bi lêv kir ku nehiştin ku li ser gora xizmên xwe duayan jî bikin û got: “Ev tişta hat kirin bêhiqûqî ye. Devereke cîhanê tişteke wiha heye? Divê em li dijî vê bisekinin. Zextên wisa nabin. Ev zext nikarin gelê kurd têk bibin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”    Bîranîn piştî duayen hatin xwendin bi dawî bûn.