Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart 2022-02-26 17:09:47   ÎZMÎR - Şaxa OHD’a Îzmîrê 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Di kongreyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), îro 2’yemîn Kongreya Awarte li Eywana Konferansan a Baroya Îzmîrê li dar xist. Pankartên “Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Bila li gorî Rêzikên NY Mandela û pêşniyarên CPT’yê tevbigerin. Dawiyê li tecrîdê bînin”, “Denîzek diçe û li şûna wê hezar Denîz tên”, “Girtiyên nexweş, rûmeta me ne”, “Bila Komkujiya Roboskê bêceza nemîne”, “Edalet ji Malbata Şenyaşar re” û “Bila cînayetên kiryarnediyar bên zelalkirin” li eywanê hatibûn daliqandin. Di heman demê de wêneyên Tahir Elçî, Orhan Dogan, Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz û Denîz Poyraz jî li eywanê hatibûn hilayîstin. Lijneya Giştî, di şexsê Aysel Tugluk de kongre diyarî hemû girtiyên nexweş kir.    KEMALBAY: EM Ê BI HEV RE BIKIN   Piştî rêzgirtinê, parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û got ku di serdemekî faşîzmê xwe sazûman kiriye de parêzeran tu carî serî netewand. Kemalbay, da zanîn ku hebûna OHD’ê ji bo aştî û demokrasiyê gelek girînge û wan bi saya vê piştevaniyê tu caran xwe bi tenê hîs nekirine.    ‘LI HEMÛ CIVAKÊ TECRÎD TÊ FERZKIRIN’   Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk jî di kongreyê de axivî û destnîşan kir desthilatdariya siyasî, bi dijminane nêzî hemû derdorên muxalîf dibe. Ozturk, wiha berdewam kir: “Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re birêz Ocalan, xistin tecrîdeke bêeman ku tecrîdeke wiha li tu devereke din a cîhanê nîne. Piştre jî ev tecrîd li ser girtiyan û bi pandemiyê re jî li ser hemû civakê ferz kirin. Aqil û wijdan di vê desthilatiyê de nemaye. Tevî hemû hewldanên me jî, binpêkirinên li girtîgehan domand û girtiyên nexweş terkî mirinê kirin.”    ‘EM LI GEL BINDESTAN E’   Piştre jî Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Alcan axivî û bal kişand ser dozên girtina HDP’ê û ya Kobanê. Alcan, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze bi destê darazê, siyaseta kurd tesfiye bike û wiha domand: “Bi ya min, berpirsyariyekî mezin dikeve stûyê me jî. Ji roja damezirandinê heta niha OHD, ji Kurdistanê heta Stenbolê li dijî gelek pirsgirêkan têkoşiya. Li gel mafên hemû bindestan bû û bi pirsgirêkên wan re mijûl bû. Em soz didin ku dê ji niha û pê de jî li gel wan bin.”    Her wiha nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, ÎHD û saziyên din jî di kongreyê de axivîn. Piştre jî nameya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş hat xwendin.    RÊVEBERIYA NÛ HAT HILBIJARTIN   Kongre, bi pêşandana sînevîzyoneke ku xebatên OHD’ê vedigot berdewam kir. Piştre raporên çalakî û darayî hatin xwendin û erêkirin. Herî dawî jî ji bo rêveberiya nû, hilbijartin hat kirin.  Rêveberiya nû ya Şaxa OHD’a Îzmîrê wiha ye: Eylem Zengîn, Halîl Coşkun, Ozcan Sarioglu, Serhat Can, Sozdar Ortaç, Şûkran Ozturk û Velat Zeren.   Hevserokên komeleyê jî dê di encama civîna navxweyî ya rêveberiya nû de bên diyarkirin.