ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN 2022-02-27 09:01:04   * Li Îranê ku piştî Şoreşa Îslamê qanûn û rêgezên heyî li gorî berjewendiyên zilaman hatin danîn, ji sala 1980’an heta niha hemû çalakiyên 8’ê Adarê tên qedexekirin. Jina femînîst Bahar Hasanî dibêje, jinên ku êdî tehemûl nakin “rûmet” û “namûsa” hinek kesên din bên hesibandin, tevî hemû qedexeyan jî dê îsal li qadan bin.    *Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Ebedîn Abî, diyar kir ku dê nobeda xwe ya edaletê bidomîne û got: "26 salên me, bi êş û azar derbas bûn. Min keça xwe bi hêsirên çavên xwe mezin kir."   * Aborîzan Îzzettîn Onder, destnîşan kir ku dê şerê Rûsya-Ûkraynayê bandoreke mezin li welatên wekî Tirkiyeyê yên aboriyên wan qels bike û dê xizanî zêdetir bibe.    * Parêzer Sevînç Hocaogûllari, diyar kir ku ATK divê dev ji biryarên siyasî ber de û her kes ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş tevbigere.    * Li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê 3 girtiyên din jî ji bo zext û zorî bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirin. Heya niha 13 girtî di greva birçîbûnê de ne.   * Huseyîn Karadaşê ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F’yê de di greva birçîbûnê de ye ragihand ku gardiyanan bi kuştinê gef lê xwarine û got, heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidome.    * Li Cizîrê DEDAŞ'ê 12 hezar û 830 lîre TL cezayê ceryanê li malbata Omeroglû birî. Zarokekî malbatê hem astengdarr e hem jî girêdayî makîneya hilmijandinê ye.    * Wê DBP 6'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet a li Enqerê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Wê Rêxistina HDP'ê ya bajar a Antalyayê 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. (12.00-18.00)   * Wê Meclisa Jinan a Îzmîrê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Navenda Çandê ya Alîaga ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê panelek li dar bixe. (13.00)   * Komeleya Ûkraynayiyan a Îzmîrê li dijî şer li Qada Alsancak Gundogdûyê daxuyanî bidin çapameniyê. (13.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê, wê bi şîara "Êdî bes e em nikarin debara xwe bikin" li Stada Kev a Tevfîk Sirri Gur mitîng li dar bixin. (14.00-19.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersim'ê, wê hem ji bo dersên bizorê yên olî hem jî ji bo şerê Ûkrayna û Rûsyayê li Qada Seyît Riza daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)   * Rêxistinên elewiyan wê li Stgenbol, Enqere û Îzmîrê, hevdîtinên "Demokrasî û Laîkiyê" li dar bixin. (15.00)    * Piştevaniya Mor a Îzmîrê, di çarçoveya 8'ê Adarê de wê li pêşiya Îskeleya Karşiyakayê daxuyanî bide çapameniyê. (17.00)