Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin 2022-02-27 09:13:24 ENQERE - Parêzer Sevînç Hocaogûllari, diyar kir ku ATK divê dev ji biryarên siyasî berde û her kes ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş tevbigere.  Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûye, ji ber raproa "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ve nayê berdan.   Ji Koma Hiqûqê ya Civakî Parêzer Sevînç Hocaogûllari û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Bijîşk Ayşe Ûgûrlû, helwesta ATK'ê nirxandin.    'ATK DIVÊ DEV JI VAN BIRYARAN BERDE   Bijîşk Ûgûrlû, destnîşan kir ku çendî gelek nexweşxane raporên "nikare di girtîgehê de bimîne" didin girtiyan jî, lê ji ber ku ATK wan raporan erê nake nayên berdan û mafên wan ên tedawiyê tên astengkirin.    Ûgûrlû, destnîşan kir ku Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din bi netedawîkirin tên cezakirin. Ûgûrlû, di warê tenduristiyê de divê girtîgehê ne qadine veşarî bin û divê li ber desteyên şopandinê yên serbixwe, rêxistinên civaka sivîl, lêkolînerên serbixwe û rêxistinên pîşeyî bên vekirin. Ûgûrlû got: "Bêyî erêkirina ATK'ê divê înfaza hemû girtiyên nikarin bi tena serê xwe bijîn ji aliyê Wezareta Dadê ve bê taloqkirin. Û divê hêla biryardayînê ya ATK'ê jî bê betalkirin."     ‘RAPORÊN ATK'Ê MAFÊ JIYANÊ NAPARÊZIN'   Parêzer Sevînç Hocaogûllari jî destnîşan kir ku Tûglûk bi awayekî neheqî nayê berdan û rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya Zanîngeha Kocaeliyê bibîr xist. Hocaogûllari, diyar kir ku di demên dawî de raporên ATK'ê bûne cihê nîqaşan û got: "Ev, tenê ne ji bo Aysel Tûglûkê, divê ji bo girtiyên din jî bê nîqaşkirin. Raporên ATK'ê mafê jiyanê naparêzin."     ‘DIVÊ DI ROJEVÊ DE BE'   Hocaogûllari, bibîr xist ku di belgeyên navneteweyî de hatiye diyarkirin ku divê mafê jiyanê çawa bê mîsogerkirin û got: "Lê ATK di vî warî de tevnagere. Biryarên siyasî dide. Parastina mafê jiyanê yê Aysel Tûglûkê û hemû girtiyên nexweş ji bo me berpirsiyariyek e. Di serî de hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan û bi giştî jî her kes di vîw arî de berpirsiyar e. Her kes divê ji bo vê tevbigere. Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî."