'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin' 2022-02-27 09:16:51   TEKÎRDAG – Huseyîn Karadaş ku di Girtîgeha Tekirdagê ya Tîpa F’yê de di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku gardiyanan bi kuştinê gef lê xwarine û got: "Heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan bidomînin."    Di 19'ê Kanûna 2021'ê de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Emeç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 1'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay  jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûn.   13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin.    Huseyîn Karadaşê ku di greva birçîbûnê de ye, telefonî hevjîna xwe Sevgul Karadaş kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    JI BER SILAVDAYÎNÊ EW DERB KIRINE   Karadaş, diyar kir ku hevjînê wê çewisandinên bi wan re rû bi rû dimînin ragihandiye û gotiye, personelên girtîgehê heqaretê li wan dikin û êrişê tînin ser wan. Karadaş, got: "Hevalê wan Mehmet Yildirim, dema ji bo axaftina bi telefonê çûye, lêxistine. Lê kiriye nekiriye nikaribûye raporê wergire."    BI KUŞTINÊ GEFAN LI WAN DIXWIN   Karadaş, destnîşan kir ku hevjînê wê jî bi van êrişan re rû bi rû maye û got: "Beriya greva niha, gava ber bi qawîşa xwe ve çûne, gardiyanekî gef lê xwarine û jê re gotiye, 'Ez bi taybet ji bo te hatime vê derê. Ji niha û bi şûn de tu yê bibînî bê ez ê çi bînim serê te.' Giliyê gardiyan kiriye, lê tiştek jê derneketiye. Hevjînê min nêzî 6 sal in girtiye."    Karadaş, diyar kir ku hevjînê wê behsa Vedat Erkmenê demeke berê li heman girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da jî kiriye. Karadaş, bilêv kir ku hevjînê wê ragihandiye ku midûrê girtîgehê gazî Erkmen kiriye û pê re axiviye û gotiye, 'Hûn ê bibînin ez ê çi bînim serê we. Çend kesên din jî wekî te hene, ez ê dizanim ez ê çi bînim serê wan jî. Ez ê yeko yeko bi wan re eleqedar bibim.'" Karadaş, destnîşan kir ku di dema vî midûrî de 3 cenaze ji vê girtîgehê derketine û got hevjînê wê gotiye: "Berpirsê van mirinan îdareya girtîgehê ye."    HEMU SERLÊDANÊN WAN BÊ BERSIV MANE   Karadaş, diyar kir ku girtî li hemberî êriş û çewisandinên li girtîgehê gelek caran serlêdan kirine û daxwazname nivîsîne ji Wezareta Dadê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), meclîsê û gelek saziyên eleqedar, lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin.    Karadaş, got: "Ji ber ku serlêdan û daxwaznameyên wan bêbersiv dimînin, ew jî li ber vê bertekê nîşan didin û bi vê re wan ji hev dûr dixin. Mînaka vê jî Vedat Erkemn e. Ji ber ku wî ji hevalên wî dûrxistin, ev tişt hat serê wî. Kes nizane wê sibê çi bê serê ên din jî."    GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Karadaş, destnîşan kir ku hevjînê wê ragihandiye ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û hevjînê wê gotiye: "Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya me bidome. Tenê daxwaza me ew e, bila li gorî qanûnan tevbigerin. Divê kesên li girtîgehê tahdeyê li me dikin yek bi yek bên darizandin. An dê daxwazên me bên qebûlkirin an jî wê cenazeyên me ji girtîgehê derkevin. Êdî tu rêyek din li ber me nemaye."