Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye 2022-02-27 11:22:39   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeda xwe ya Edaletê di roja 356'an de berdewam dike, ev tişt got: "Kesê reza nîşanî zilmê dide mîna kesê zilmê dike ye."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 14'ê hezîrana 2018'an de 3 ferdê wê ji aliyê parastvan û xizmê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê da detpêkirin di roja 356'an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeda xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomînin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîterê hesabê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Wezareta Edaletê etîket kir û ev parvekirin kir: "Li welatekî ku daraz lê ne serbixwe be, ne tenê kesên girtî azadiya xwe winda dikin. Heke edalet tunebe, hemû civak di bin zexta zaliman de ye. Kesê reza nîşanî zilmê dide mîna kesê zilmê dike ye."