'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe' 2022-02-27 15:50:39   WAN - Hevserokê HDP'a Artemêtanê Tahîr Şen, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Bi têkoşîna we wê kesên girtî di demeke nêz de wê bên berdan û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe."   Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 77'an de berdewam dike. Nobeda îro hevjîna girtî Îbrahîm Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Dilşah Alan û bavê girtî Botan Tîmûr ku li heman girtîgehê girtî ye Kazim Tîmûr berdewam kirin. Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Artemetanê serdana malbatan kirin.    Di serdanê de Hevserokê HDP'a Artemêtanê Tahîr Şen axivî. Şen di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Weke gelê kurd em nizanin ku rewşa birêz Ocalan çawa ye. 11 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Divê tgecrîd demildest bi dawî bibe." Piştre jî Şen, destnîşan kir ku dayik nobeda edaletê digirin, lê li Tirkiyeyê ne edalet ne jî hiqûq heye û wiha axivî: "Ji girtîgehan tabût derdikevin. Ji ber ku hevalê me neheqiyan qebûl nakin nayên berdan. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tene barê dayikên me ye. Divê gelê me li dijî vê neheqiyê rabe ser piya. Bi têkoşîna me wê kesên girtî di demeke nêz de wê bên berdan û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe."   'TU KURD SERÎ NETEWANDIYE'   Hevserokê berê yê HDP'a Artemêtanê Recep Guntepe jî got ku têkoşîna dayikan hêja ye û ev tişt gotin: "Pergal vê dewletê bi pêkanînên faşîzane didome. Hêza dewletekê bi çekan bi edalet û hiqûqê tê pîvan. Heke li welatekî heq û edalet tunebe li wê dewletê hêz jî tuneye. Dewletên wiha di dîrokê de zû hilweşiyane. Me tu carî hêviya xwe nebiriye. Rojên xweş li benda me ne. Ew dixwazin gelê me serê xwe berjêr bike. Lê ew jî em jî baş dizandin ku vî gelî tu carî serî netewandiye."