Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin 2022-02-27 19:05:30   STENBOL - Ji welatiyên ku ji şerê Rûsya û Ukraynayê vegeriyan Tirkiyê Mehmet Şerîf Çeçen hat binçavkirin.    Şerê di navbera Rûsya û Ukraynê de di roja çaremîn de berdewam dike. Bi sedan welatî û xwendekarên ji Tirkiyê yên li Ukraynayê li bajarên cuda asê mane. Ji welatiyên ku bi zor û zehmet hatin Tirkiyê li Deriyê Sînor ê Kapi Kuleyê welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Çeçen (30) hat binçavkirin. Hat zanîn ku Çeçen bi ji ber parvekirinên medya dîjîtal ku ceza lê hatiye birîn, hatiye binçavkirin. Çeçen ji Amed3e ye û hevjîna wî ji Ukraynayê ye û zarokek wan heye. Hat zanîn ku zarok û dayikaxwe li ber Edliyeya Edîrneyê sekinîne.