Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê 2022-02-28 09:00:32 AMED - Otogara Navçeya Pasûrê ku qeyûm milyonek û 950 hezar lîre li serê xerc kir û rojekê jî nehat bikaranîn, dê ji ber hezana li zemîna wê veguhezînin navçeya Farqînê.   Otogara navçeyê ku li navçeya Pasûra Amedê ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ve bi milyonek û 950 hezar lîreyî hat çêkirin, ji ber lêkolîna nerast a erdê bi xetereya hilweşînê re rûbirû ma. Di 4'ê nîsana 2018an de ji bo projeya otogarê ya ku bi hevkariya qeyûmê berê yê Amedê Cumalî Atilla û qeyûmê Şaredariya Pasûrê Fatîh Dûlgeroglu yê ku di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de wî ji kar dûrxistin, îhale hatibû amadekirin. Îhale bi bihayê milyonek û 950 hezar lîreyî ji Nurfe Înşaat re hat dayîn. Çêkirina otogara ku piştî îhaleyê dest pê kiribû di 11'ê mijdara 2018'an de bi dawî bû.   BI VEKIRINA OTOGARÊ TENÊ PESN HATIYE DAYÎN    Otogar jî di nav de li ser çend saziyên dewletê ku hatin çêkirin bi giştî 11 milyon û 500 hezar lîre hatiye xerckirin. Pişt re otogar û ew saziyên din hat vekirin. Rayedarên dewletê û rêveberên AKP'ê beşdarî vekirina otogarê bûn. Tevî ku sê sal û nîv di ser vekirina otogarê re derbas bû jî lê tu faleyet nehat kirin. Sedema ku ev otogar nakeve xizmetê jî hezana ku li zemîna otogarê rûdaye hat nîşandan. Hat gotin ku otogar li ser zemînek ku her tim hezan lê rû dide hatiye çêkirin. Biryar ji bo vê otogara ku qet neket xizmeta xelkê, hatiye dayîn ku veguhezînin navçeya Farqînê.