Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje 2022-02-28 09:00:35 STENBOL - Parêzerê OHD’ê Vedat Ece ji bo girtiyên ku li Girtîgeha Tekîrdagê ketine greva birçîbûnê, bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî û got: “Heke midûrê di girtîgehê gotinên xwe yê çareseriyê de jidil be, bila daxwazên girtiya bîne cih.”   Di 19'ê kanûna 2021'an de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Eneç jî. Piştî vê 5 girtiyên di heman girtîgehê de di 17'ê çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler, di 1'ê Çileyê de girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay  jî bi hinceta "ji bo jiyana wan tu ewlehî tune ye" tevî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbûn. Di 16'ê sibatê de jî Ahmet Osman, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî tevli çalakiya greva birçîbûnê bûn.    13 girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî, bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin. Parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece û Eda Onal çûn girtîgeha Tekîrdagê, bi rêveberiya girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kirin.    DAXWAZA MAFÊN XWE DIKIN   Parêzer Vedat Ece da zanîn ku bi girtî û reveberiya girtîgehê re hevdîtinên kirine û girtiyan ji wan re qala şert û mercen girtîgehê kirine û wiha got: “Ji ber ku mafê girtiyan tê binpêkirin ketine greva birçîbûnê. Me serdana girtiyan kir û ji ber sekna rêveberiya girtîgehê li daxwazên girtiyan guhdar kir. Di hevdîtinê de girtiyan da zanîn ku, mafên jiyanê, tendûristî û mafên xwe yên qanûnî dixwazin. Daxwaza girtiyan ew e ku îşkence, tundî, êriş, zext û zordariya li ser wan bi dawî bibe.”    BI MIDÛR RE HEVDÎTIN KIRINE    Ece anî ziman ku ew wek parêzerên OHD’ê naxwazin tiliya girtiyekî ji xwîn bibe û got: “Me bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Me hemû daxwaziyên girtiyên grevê de ne ji rêveberiya girtîgehê re ragihand. Midûrê girtîgehê  li me guhdar kir. Midûr got, ‘Em nikarin bi hemû girtiyan re hevdîtinê bikin. Pisgirêka kê hebe em ê bi wî re biaxivin. Eger ser navê hemûyan yek bê em ê guhdar bikin’. Midûrê girtîgehê bi xwe jî derheqê mafan de got girtî mafdar in û got, ‘Ev daxwaz ne ew daxwazên ku neyên qebûlkirin. Daxwazên hiqûqî ne. Heke wek ku hew dibêjin îşkence û beyanên wan di vî derbarî de hebin, hebe bila serî li Serdozgeriyê bidin’.”    ‘HEKE MIDÛR DILRAST BE BILA DAXWAZAN BÎNE CIH’   Ece da zanîn ku mirina Vedat Erkmen, îşkence li girtî Yasîn Eneç hatiye kirin û zext û zordariya li girtiyan tê kirin, serî li rayedaran dane lê tu encam jê derneketine. Ece anî ziman ku wan berê jî têkildarî mirina Vedat Erkmen, zextên li ser Yasîn Eneç û girtiyên din bi midûrê girtîgehê re axivîne û tu gav nehatine avêtin û got: “Heke midûr di gotinên xwe de dilrast be, bila di warê binpêkirina mafên mirovan, bêhiqûqî û zextên li ser girtiyan hevdîtin bike. Daxwazên wan bîne cih û grevê bide bidawîkirin. Hêj ku xesar negihîştiye tenduristiya girtiyan bila midûr û rayedar gavan biavêjin. Êdî bila li tu girtîgehê îşkence, mirin, gefa kuştinê û zextan nebe.Heke ku jidil bin, bila gavên şênber biavêjin.”   MA / Mazlûm Engîndenîz