‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’ 2022-02-28 12:01:10   DÊRSIM - Cemîle Anlaş (90) a ku keça wê Ayten Anlaş li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ye dixwaze keça wê sewqî girtîgehek nêzî wê bikin û dibêje heke ew keça xwe bibîne jî belkî nas neke.    Ayten Anlaş di sala 2012’an de li Stenbolê tê girtin û 21 sal cezayê hepsê lê tê birîn. Anlaş li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan girtî ye. Anlaş di nava van 10 salan de tenê du car dayika xwe Cemîle Anlaş a 90 salî ku li navçeya Perteka Dêrsimê dijî dîtiye. Anlaş ji bo ku sewqa wê derkeve Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan di nava van du salan de 4 caran daxwazname da girtîgehê. Lê belê dozgeriyê daxwazên Anlaş red kir.    Anlaş bi armanca ku daxwazna wê bê pejirandin ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlioglu piştevaniyê xwest. Gergerlioglu ji bo ku daxwaza Anlaş bicih were daxwaznameya wê pêşkêşî Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê kir. Her wiha Gergerlioglu ji bo daxwaza Anlaş bicih were pêşniyazname pêşkêşî Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir.    TENÊ DAXWAZEK WÊ HEYE    Xwişka Anlaş, Întîzar Anlaş diyar kir ku daxwaznameyên xwişka wê ji aliyê dozgeriya girtîgehê ve hatine redkirin û got: “Dayika min nexweş e û extiyar e, nikare biçe hevdîtina xwişka min. 10 sal in xwişka min girtî ye, heya niha tenê du caran diya xwe dîtiye. Herî dawî 6 sal berê hev dîtine. Diya min nexweş e û nikare biçe hevdîtinê. Tenê daxwazek xwişka min heye, beriya dayika min bimire dixwaze sewqa wê ji bo girtîgehek nêz were kirin û dayika min bibîne.”   ‘BELKÎ WÊ NAS NEKIM JÎ’    Cemîle Anlaş jî dixwaze keça wê sewqî girtîgehek nêzî wê bê krin û got: “Bila were nêz. Çend sal in min rûyê wê nedîtiye. Ku ez bibînim belkî êdî wê nas nekim jî. Ez bi hêvî me ku keça min bişînin nêzikî min.”