Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin 2022-02-28 15:14:36   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî di nav de 17 girtiyên jin ji Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Hevseroka Serdema Beriya Niha ya HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen jî di nav de 17 girtiyên jin ji ber girtina Girtîgeha Tîpa R a Jinan a Xarpêtê sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Leyla Guven, Hulya Alokmen, Remziye Yaşar, Emîne Erkan, Dîlan Aydin û Necmiye Boz sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ya di heman qampûsê de hatin kirin. Dîcle Bozan, Berîtan Anahtar, Songul Erden Şahîn û Zehra û Semra ku paşnavê wan nehatin hînkirin sewqî Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qayseriyê hatin kirin; Zîlan Demîr, Mîzgîn Otatîz, Mîhrîban Şogûrlî sewqî Girtîgeha jinan a Tarsûsê hatin kirin; Fethiye Ok, Nûray Çelîk, Sevîl Akkaya jî sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin.