Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir 2022-02-28 15:34:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont li gel şandeyeke payebilind serdana KNK'ê kir.    Serokê berê Katalonyayê Carles Puigdemont li gel şandeyeke payebilind a katalonyayî serdana Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya li paytexta Belçîka Brûkselê kir. Şande katalonyayî ji aliyê hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyr Aydar û endamên rêveberiyê ve hate pêşwazîkirin.   Heyeta Katalonyayê, bi qasî 4 saetan bi Konseya Rêveber a KNK’ê ya di bin seroktiya Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs de re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de li ser meseleyên Kurdistan û Katalonyayê hatiye axaftin û derbarê pirsgirêkên li Kurdistan û Katalonyayê agahdarî hatine kirin. Her wiha hat diyarkirin ku biryar hatiye dayîn ku di navbera her du aliyan de têkilî werin geşkirin, diyalog û hevkarî were zêdekirin.   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Parlementoya Katalonyayê di sala 2021'an de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kiribû.