Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin 2022-02-28 16:56:57   DÎLOK - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî, ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne kirin.    Di 14’ê hezîrana sala 2014’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û 2 kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bûbû. Ji bo darizandina kujeran û berpirsyarên wê, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatê, çalakiya xwe îro li pêşiya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê domandin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Dîlokê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de bi dehan kesan ji bo piştevaniyê serdana malbatê kirin. Parêzerê malbatê Bulent Dûran jî bi wan re bû.    ‘EM BI HEV RE DAXWAZA EDALETÊ BIKIN’   Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin ê di serdanê de axivî, bal kişand ser komkujiya li dijî malbatê pêk hatî û wiha got: “Hema bêje 4 sal derbasbûn lê hêj faîl nehatine cezakirin. Hiqûq û edalet li gorî alîgiran tê dizaynkirin. Yildiz ê AKP’î û kesên ku ev komkujî pêk anîn li pêş darazê hesab nedan. Li dijî vê yekê nêzî saleke malbat li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digire. Desthilat, qêrîna malbatê paşguh dike. Heke em edaletê paşguh bikin wê rojên xerabtir bên. Divê em bi hev re daxwaza edaletê bikin.”   Aydin, diyar kir ku wê bi malbatê re di nav piştevaniyê de bin û wiha axivî: “Divê rayedar demildest makeqanûnê pêk bînin. Bila hemû rayedar peywîra xwe pêk bînin. Bila herkes ji malbatê re bibe deng. Di serî de AKP divê hemû siyasetmedar ji Emîne Şenyaşar re bibin deng.”   Şandeya ku bi malbatê re demekê Nobeta Edaletê girt, pişt re ji qadê veqetiyan.    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Dû re Partiya Ked’ê (EMEP), Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê, endamên lijneya rêveberiya Baroya Dîlokê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê jî serdana malbatê kir.    Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Dîlokê Sînan Taştekîn, diyar kir ku dosyaya malbatê mînaka polîtîkaya bêcezatiyê ye û wiha got: “Weke di gelek dosyayan de di vê dosyayê de jî edalet bi cih nayê. Li dijî vê mirov çalakiyan dikin. Yek ji van jî berxwedana malbata Şenyaşar e. 3 ferdên malbatê hatin qetilkirin. Em weke ÎHD şopdarê dosyayê ne. Kujer bi awayekî keyfî nayên girtin. Li dijî polîtîkayên bêcezatiyê em li cem mirovên mexdûr in.”   Nobeta Edaletê ya malbatê ya li pêş Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê didome.