Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome 2022-02-28 17:03:45   ENQERE - Ji Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî Tanjû Gunduzalp, diyar kir ku di komkujiyan de demborîbûn tune ye û banga edaletê kir.     Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî, di meha 122'yemîn a Komkujiya Roboskî ku 19 jê zarok bi giştî 34 kes ji aliyê balefirên Artêşa Tirj ve hatibûn kuştin de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila kujer bên dîtin û careke din Roboskî qet pêk neyên" hat vekirin. Di daxuyaniyê de ji Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî Tanjû Gunduzalp axivî û daxwaza edaletê kir.    Tanjû Gunduzalp, diyar kir ku ji roja komkujî pêk hatiye ve li edaletê digerin û û astengiyên li pêşiya edalet nayen rakirin û wiha got: "Hemû sazî û dezgehên darazê bêcezakirina kujeran didomînin. Roboskî remza bêwijdaniyê ye. Bi hevkariya hiqûqa navneteweyî ser komkujiyê hatiye girtin. Lê malbat û parastvanên mafên mirovan lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Bîra her civakê heye. Her çiqas serî li veşartin û înkarê bê dayîn jî ev bîr hem daxwaza edaletê hem jî daxwaza aştiyê dike. Tiştên tên serê me ji ber dewlet, bêcezakirin, şer û tunebûna edaletê tên serê me. Di tu komkujiyê de demborîbûn tune ye."   Gunduzalp, da zanîn ku wê her 28'ê mehê bang bikin û ev tişt gotin: "Li vê xakê rêya edalet û aştiyê, teqez û destpêkê di Roboskî re derbas dibe. Roboskî şerma vê xakê, birîna derbûyî û lêgerîna edaletê ye."