Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in 2022-03-01 09:03:06   ÎZMÎR - Rêvebera Şaxa DERÎTEKS a Îzmîrê Aysel Turan da zanîn ku bi ser 8’ê Adarê re 165 sal derbas bûn lê belê hêjta daxwazên wan nehatine pêşwazîkirin. Turan, got ku divê têkoşîna azadiyê ya jinan û têkoşîna kedê bi hev re bê meşandin.    Tenê hefteyek ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re ma ye. Bi nêzbûna 8’ê Adarê re, li çar aliyên welêt jî jinan lez dan xebat û amadekariyên pîrozbahiyê. Li dijî şer, qeyran, tundî, komkujî, tacîz û destdirêjiyê, dê jin têkoşîna xwe mezintir bikin û li dijî polîtîkayên ku jinan tune dihesibînin jî dengê xwe bilindtir bikin. Ji bo şert û mercên xebatê yên baştir û wekheviyê, 40.000 karkerên jin ên tekstîlê di 8’ê Adara 1857’an de daketibûn qadan. Jinên kedkar jî vê 8’ê Adarê li gelek bajaran bi heman daxwazan pêşwazî dikin. Pirsgirêkên weke mobîng, newekheviya zayendî û xebata bêtemînat ên jinan, hêj di roja me de jî berdewam in.    Qîrînên ku li bajarê New York a DYA’yê li febrîqeyekê ji nava pêtên agir bilind dibûn, bû wesîleya 8’ê Adarê ku li seranserî cîhanê sembola berxwedana jinan e. Bi ser 8’ê Adarê re 165 sal derbas bûn lê hêjta daxwazên karkerên tekstîlê yên jin ên weke 8 saetên xebatê, wekhevî û heqdestê wekhev nehatine pêşwazîkirin. Bi berxwedana heta niha re gelek destkeftî hatin bidestxistin lê têkoşîna li dijî şert û mercên xerab ên kar û xespkirina mafan, hêjta weke rojeva yekemîn a eniya kedê berdewam dike.    SALA 165’EMÎN A BERXWEDANÊ   Şer, bêkarî û çalakiyên devberdana ji kar a li dijî zeman, mohra xwe li rojeva îsal da. Pêşengtiya gelemperiya van berxwedanan jî jinan kir. Di kargeha Alphîn Çorapê ya Stenbolê de jin û zilaman heman kar dikir lê belê mûçeyê jinan kêmtir dihat dayîn. Jinên ku li dijî vê neheqiyê derketîn, nîşanî her kesî dan ku şert û mercên xebatê yên 165 sal berê, îro jî li ser jinan tên ferzkirin. Her wiha di berxwedanên Farplas Otomotîv, Mîgros û gelek berxwedanên din de jî jinan pêşengtî kirin.    Rêvebera Şaxa Sendîqeya Karkerên Veçînîn û Tekstîlê (DERÎTEKS) a Îzmîrê Aysel Turan, têkildarî 8’ê Adarê û pirsgirêkên karkerên tekstîlê bi ajansa me re axivî.    PIRSGIRÊKÊN KU QET NAGUHARIN    Turan, 23 salan di karê tekstîlê de xebitî. Turan, dibêje ku 8’ê Adarê dîrokeke girîng e û wiha domand: “Lê belê ji wê dîrokê heta niha di sektora tekstîlê de tiştek neguheriye. Karkerên jin, hêj jî ji bo heman daxwazan têdikoşin. Bi taybet jî xebatên bêsendîqeyî li karkeran tên ferzkirin ku ev jî bêtemînatiyê zêde dike. Heta çûyîna wan a destavê jî bi deqeyan tê diyarkirin. Li hêla din, pirsgirêkên weke tacîz, mobîng û nexweşiyên pîşeyî hene. Hem di nava hefteyê û hem jî dawiya hefteyê de dema dirêj a xebatê, heqdestên kêm, bêyî sedemekî nîşan bidin derxistina ji kar, nerazandina tam a prîmên sîgortayê û hwd. çend pirsgsirêkên din in ku hêj berdewam in.”    GIRÎNGIYA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINΠ   Di berdewamê de Turan anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî mezin, dema xebatê ya dirêj e û wiha pê de çû: “Li gelek febrîqeyan dema xebatê gelek dirêj e û ev mesaî tê ferzkirin. Mesaiyên ku heta 20.00’an berdewam dikin, carnan heta serê sibê tên dirêjkirin. Girîng e ku li dijî vê têkoşîneke hebe. Dema zext li jineke karker tê kirin, divê jinên din jî dengê xwe derxînin û bibin yek. Di sala 2005’an de dema em li febrîqeyeke tekstîlê dixebitiyan, her şev heta saet 12.00’an dexibitiyan. Demekî şûnde êdî her deverê spî dibînî. Axaftinên li nêz tên kirin, bo te weke ku ji dûr ve hatibin kirin dibihîzî. Rojekî berpirsyarê beşê di dest de kaxizek hat û got; ‘bi şev mesaî heye.’ Ez jî qîriyam û min got; ‘Ez namînim mesaiyê.’ Piştre jî hevalên din piştgirî dan. Me wê demê baş fêm kir bê ka têkoşîna birêxistinî çiqas girîng e.”    ‘JIN JI ZEXTAN NATIRSIN’   Bi domdarî Turan got ku jin û mêr di heman karî de wekî hev dixebitin lê heqdestê zilaman zêdetire û wiha derbirî: “Bi taybet jî di sektora tekstîlê de jin, weke ‘hêza kar a erzan’ tê dîtin. Krîza aborî û bêkarî jî bandorekî mezin li vê nêrînê dike. Nêrîneke ku ‘jin piştgiriyê didin malê’ heye. Lê tiştekî wisa nîne. Ji ber ku jin, debara malbata xwe dikin. Kengî ku jinan got ‘ez debara malbata xwe dikim’, wê demê dê têkoşînê pêş bixin. Heke îro em di vê rewşê de bin, sedema vê ew e ku me hêj têkoşîna xwe baş birêxistin nekiriye. Heke li kargehên sendîqeyî mînakên baş derbikevin, wê demê karker dê bi wêrektir tevdigerin. Ji ewil, weke karkera tûtinê min dest bi kar kir. Min wê demê ferq kir ku dema jin dest bi têkoşînê dikin, tu tiştek nikare pêşî li wan bigire. Bes ku wê gavê biavêjin. Ji ber ku jin gotina xwe dibêje û ji zextê jî natirse.”    DAXWAZÊN 8’Ê ADARÊ   Turan dîsa bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê li sendîqeyan, ji taxan heta mal û saziyan, divê jin xwe di her qada jiyanê de birêxistin bikin. Banga min ew e ku jin li dijî kedxwariyê, cînayetên jinan, tacîz û destdirêjiyê dakevin qadan. Daxwaza karkerên tekstîlê ew e ku heqdestê wan were zêdekirin da ku jiyaneke mîna mirovan bijîn. Dixwazin saetên wan ên xebatê dakevin 8 saetan, yewmiyetî û hejmara parçeyan were qedexekirin, sîgortaya tam a her kesî hebe, mesaiya di dawiya hefteyê de rabe, du rojan bêhna xwe vedin, şert û mercên xebatê yên biewle hebin, ji bo cihên nêzî malên wan serwîs bên girtin, kreşa belaş hebe, li kargehan odeyeke mijandinê bên çêkirin û betlaneya reglê bê dayîn.”   MA / Semra Turan - Tolga Guney