Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin 2022-03-01 14:57:23   AMED - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê di dorpêça polîsan de daxuyanî dan û gotin: “Tişta ku em îro li vir pê re rûbirû mane, şerma partiyên siyasî ye ku dengê me nabihîzin.”    Li Amedê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, Nobeda Edaletê di roja 106’emîn de berdewam dikin. Malbatan îro jî Nobedê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li dar xist. Li gel malbatan rêveber û endamên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.    DI DORPÊÇA POLÎSAN DE DAXUYANÎ HAT DAYÎN     Polîsan xwest kesên beşdarî çalakiyê bibin asteng bike. Demek dirêj malbat li ber baranê hatin sekinandin. Tevî hemû astengiyan jî malbatan li ber hepsê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl ku xwestin beşdarî daxuyaniyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.    PARTIYÊN SIYASÎ REXNE KIR    Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler da zanîn ku ji sê mehan zêdetir e ew edaletê dixwazin û got: “Bi mehan e em edaletê dixwazin. Em nxwazin cenaze ji girtîgehan derkeve. Tişta ku em îro li vir pê re rûbirû mane, şerma partiyên siyasî ye ku dengê me nabihîzin. Em dixwazin ji bo daxwaza me ya edaletê her kes li cem me cih bigire.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada jî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş demildest werin berdan û got: “Bi salan e em girtiyên xweş nabînin. Em zextên li ser girtiyan qebûl nakin. Em ji vir gazî Wezîrê Dadê û Serokkomar dikin, em dibêjin heq û edaletê nas bikin. Li Tirkiyê hemû saziyên ku edaletê dixwazin bila werin destekê bidin me.”    Dayika girtiyê nexweş Nazîme Boltan jî bertek nîşanî doprêça polîsan da û got: “Em li vir heqê girtiyan dixwazin. Em tiştek din naxwazin.”    Çalakî bi berzkirina dirûşm û çepikan bi dawî bû.