Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin 2022-03-01 16:57:02   ÎZMÎR - Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê, bi coşa Newrozê banga berxwedanê li kurdan kirin.     Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, li Baroya Îzmîrê dabûn destpêkirin, di roja 13'an de berdewam dike. Malbatan, di nobedê de dovîzên "Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Tecrîd sûcê şer e" hildan. Îro Fatha Kayhan ji bo xizmê xwe Rezan Kaçan ku li Girtîgeha Tarsûsê girtî tevlî nobedê bû. Kayhan, diyar kir ku xizmê wê Kaçan 8 sal in girtî ye û rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan û ev tişt got: "Em ji bo hemû girtiyan li vir in. Heta dawî jî em ê li ber xwe bidin. Heta ku deriyên girtîgehan vebibin û girtî bên berdan em ê di nobedê de bin. Bila deriyê Îmraliyê bên vekirin û tecrîd bi dawî bibe."   Kayhan, bang li xizm û dayikên girtiyan kir ku tevlî nobedê bibin.   Ji dayikên ku di nobedê de Sûltan Yagmekan jî got ku meha adarê ji bo kurdan tê wateyea coşeke mezin, berxwedan û hatine biharê û wiha axivî: "Ji niha ve 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên girtî pîroz dikim. Dîsa bi coşa 21'ê Adarê Newrozê hemû kurdan vedixwînim berxwedanê."