Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir 2022-03-01 21:17:17   ENQERE -  Di Doza Kobanê de muştekiyan di îfadeyên xwe de diyar kirin ku ew giliyê tu kesî nakin.    Danişîna 10'an a Doza Kobanê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê di roja 2'yan de dewam kir. Piştî biryara navberê dadgehê guh li îfadeyên muştekiyan kir. Di danişîna îro de heyeta dadgehê guh li beyanên muştekiyan kir. Muştekiyan destnîşan kirin ku navên ku heyeta dadeghê bilêv kirine yekî ji wan jî nas nakin û giliyê tu kesî nakin.    Muştekî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bûn.    Ewilî ji Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T a Jimare 2'yan  muştekî Polat axivî. Polat diyar kir ku ew giliyê kesî nake û doza tevlêbûna danişînê nekiriye.    Ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê jî Cemal Yakişikli, axivî. Gava heyeta dadgehê ji Yakişikli pirsî 'tu yê karibû beyana xwe ya ji bo bûyerê bibêjî?' Yakişikli jî got, 'kîjan bûyer?' Piştî ku heyeta dadgehê bûyerê bibîr xist, Yakişikli diyar kir ku navê hatine gotin ne li cihê bûyerê bûne û giliyê kesî nake.    Ji Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 4'an Zafer Çavûşoglû jî ragihand ku giliyê kesî nake û doz atevlêbûna danişînê nekiriye.    Ji Girtîgeha Tarsûsê ya Jimare 1'ê Ûgûr Gezer jî diyar kir ku wê demê ji ber kevirên hatine avêtin giliyê pêşanderan kiriye, lê niha giliyê kesî nake.    Ji Girtîgeha Mîdyad a Tîpa M'yê jî Ridvan Yakşî, diyar kir ku ji navên ku heyeta dadgehê bilêv kirine kesî jî nas nake û naxwaze giliyê tu kesî bike.    Piştî îfade û parastinan heyeta dadgehê danişîn taloqî 3'yê Adarê kir.