ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN 2022-03-02 09:00:56 *  Dayika Emîne Şenyaşar bi têkoşîna xwe bûye sembola hemû kesên li pey edaletê digerin. Dayika Emîne ku di emrê xwe yê 66 salan de gelek êş kişandine, li dijî kesên malbata wê qetil kirîn, dest bi têkoşîna edaletê kir û ev têkoşîna wê bo gelek kesên li edaletê digerin bû sembolek.  * Medîne Kaymaz a 80 salî ku di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de ye, anî ziman ku ew û zarokên xwe 30 sal in li ber xwe didin û wê heya dawiyê bitêkoşe.    * Jin dê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Kadikoyê li hev kom bibin û li dijî xizanî, tahde û kedxwariyê daxwazên xwe biqîrin.    * Desteya çavdêriyê ya girtîgehê 3 caran dema berdana girtiyê nexweş Abdurrahîm Çetînkaya taloq kiriye.    * Welatiyan got ji bo berên erzan bibînin "wekî zabiteyan digerin" li nav bazarê û esnafan jî destnîşan kir ku ji ber ku welatî nikarin tiştekî bikirin karê wan nabe.    * Parêzer Yûsûf Çakas ku ku tim li cem malbatên di Nobeda Edaletê de ye û got: "Daxwazên wan rewa ne. Divê em li dor malbatan bibin xelek."   * Akademiya Ma Musicê di 5 salan de, 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kiriye. Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar behsa projeyên heyama nû kir û got: “Em ê zarokên vî welatî bêmuzîk nehêlin. Ev gotin ne slogan e, ev berxwedanek e.”   * Geşedanên têkildarî şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin dê bên şopandin.    * Nobeda  Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 355'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Hevseroka DBP'a Amedê Seval Gulmez dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin.    * Dayikên Aştiyê û rêveberên YAKAY-DER'ê dê li Goristana Kanaryayê ya navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê serdana goran bikin. (12.00)   * Rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên Farqînê û TUAYDER ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan dê li ber Qeymeqamiya Farqînê daxuyanî bidin. (12.00)   * TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û rêxistinên jinan dê li gelek bajar û navçeyan çalakî û şahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Şaxa ÎHD'a Enqereyê dê rapora 2021'an binpêkirina mafan ku li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn qewimîne eşkere bike. (12.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dê berdewam bikin. (13.00-16.00)    * Akademiya Ma Musicê dê salvegera 5'emîn a damezrandina xwe li Şanoya Bajêr a Amedê bi dîwana dengbêjan pîroz bike. (19.00)