Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî 2022-03-02 09:01:09 RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar bi têkoşîna xwe bûye sembola hemû kesên li pey edaletê digerin. Dayika Emîne ku di emrê xwe yê 66 salan de gelek êş kişandine, li dijî kesên malbata wê qetil kirîn, dest bi têkoşîna edaletê kir û ev têkoşîna wê bo gelek kesên li edaletê digerin bû sembolek.  Emîne Şenyaşar (66) li Pirsûs a Rihayê dijî û heta çend sal berê jî tenê ji hêla xizm û cîranên xwe ve dihat naskirin. Lê niha weke yek ji sembolên edaletê ya Tirkiyeyê tê naskirin. Ne tenê li Tirkiyeyê lê li gelek welatên cuda yên cîhanê, pirî kes Emîne Şenyaşar nas dikin. Sedema berbelavbûna navê wê jî têkoşîna wê ya edaletê ye ku ji bo qirkirina malbata xwe dide. Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, bi ser dikana malbata Şenyaşar de girt û hem hevjîn û hem jî du kurên wê qetil kirin. Dayika Emîne jî ji bo ku balê bikişîne ser vê komkujiyê û kujerên malbata wê bên darizandin, dest bi têkoşîna edaletê kir. Vê têkoşînê, dayika Emîne kir “sembola lêgerîna edaletê.”      EMÎNE ŞENYAŞAR KÎ YE?   Dayika Emîne Şenyaşar ku malbata wê hatiye qetilkirin û ji edaletê bêpar hatiye hiştin, gelek caran rastî êşên wiha hatiye û her tim têkoşiya ye.    Di 2’yî adara sala 1956’an de li gundê Eşme yê Pirsûsê ji dayik dibe. Binemala dayika Emîne jî di salên 1925-30’an de ji ber zexta axayên gundê Goganê neçar dimînin ku koçî gundê Aşmeyê bikin. Zarokatiya dayika Emîne bi 7 xwîşk û birayên heman dayikê û 8 xwîşk û birayên jinbavê re li gundê Aşmeyê derbas dibe.    NEKARÎ BIÇE DIBISTANÊ   Emîne Şenyaşar ji eşîra Şedadiyan e û bavê wê bazirgan bû. Di wan salan de li gund dibistan nebû û civaka heyî jî li dijî xwendina zarokên keç bû. Lewma nekarî biçe dibistanê. Hêj di emrê xwe yê biçûk de li nava zeviyên pembû xebitî. Di nava zeviyan de li rexekî bi hevalên xwe re pembû kom dikir û li rexa din jî dilîst. Cara ewil jî bi girtina bavê xwe re ji gund derdikeve û diçe Girtîgeha Pirsûsê. Bavê wê di şerekî çekdarî de birîndar dibe û bi birîndarî tê girtin. Bavê wê, çar salan di girtîgehê de dimîne. Şenyaşar, heta roja zewacê, tenê 3 caran ji gund derdikeve ku wan caran jî diçe serdana bavê xwe.    LI BERAMBERÎ ZEWACÊ KEKÊ XWE...   Di 20 saliya xwe de Emîne Şenyaşar dibe pêguherka birayê xwe û bi Haci Esvet Şenyaşar re dizewice. Ji wesayîta ku di navbera her du gundan de disekine paya dikin û piştre li wesayîta din tê siwarkirin. Xwîşka Haci Esvet Şenyaşar jî bi heman awayî ji wesayîtê tê payakirin û li wesayîta kekê Emîne Şenyaşar tê siwarkirin.  Emîne Şenyaşar wiha qala zewaca xwe dike: “Tenê cilek li min hatibû kirin û ji min re gotin tu dizewicî. Heta roja zewacê jî min ew nedîtibû. Piştî zewacê jî em li Pirsûsê bi cih bûn. Haci Esvet, bazirganiya gubre dikir. Bi malbata Haci Esvet re di heman malê de mam. 4 sal piştî zewacê jî em çûn gundê hevjînê min ê bi navê Tûxûtê.” Di vê navberê de Şenyaşar bi sewalkarî û hilberînê re mijûl dibe. Ji ber pirsgirêkên aborî, her danê salê ji bo karê çinîna pembû diçûn Heranê.    ÊŞA YEKEMÎN: ZEYDE   Zaroka ewil a dayika Emîne ya bi navê Zeyde ku weke “nûxuriya xwe” pênase dike, di bihara ciwantiya xwe de anku di 25 saliya xwe de bi nexweşiya penceşêrê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Zeyde, zewicî bû û keçeka wê ya 3 salî hebû. Beriya wefata xwe jî keça xwe emanetî dapîra wê Emîne Şenyaşar dike. Neviya wê Rojda ku niha 18 salî ye, hêj jî bi dapîra xwe re dijî.    6 ZAROKÊN WÊ ÇÊBÛN   Piştî wefata Zeydeyê, li gorî rêzê Celal, Perîhan, Ferît, Fadil, Adil û Mehmet ji dayik dibin. Bi xerabûna şert û mercên jiyanê re malbata Şenyaşar di serê salên 1990’î de koçî navenda Pirsûsê dikin. Bav Haci Esvet Şenyaşar ji bo bazirganiyê diçe Qibrisê û kurê wî yê mezin Celal jî li cem tûpfiroşekî dixebite. Di sala 2005’an de jî êdî dikana xwe dide xebitandin. Celal jî 10 salan piştre dikana tûpfiroş dewr digire û vediguherîne dikana zicaciyê. Ev dikan, 13 sal piştre dê bibe cihê destpêka komkujiya li ser malbata Şenyaşar.   KOMKUJÎ LI BER ÇAVÊ HER KESÎ HAT KIRIN    Sal êdî bûye 2018 û ji mehan hezîran e. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz tevî parêzvan û xizmên xwe berê xwe dide kargeha malbata Şenyaşar a li Pirsûsê û êrişî wan dike. Di encama êrişê de Adil, Celal, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar û kekê Yildiz ê AKP’î Mehmet Şah Yildiz bi giranî birîndar dibin. Di êrişa li kargehê de kesekî jiyana xwe ji dest neda. Lê êrişa heyî li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Piştî bi mirina kekê Yildiz ê AKP’î re, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li hemberî malbata Şenyaşar komkujî hat kirin. Parêzvan û xizmên Yildiz ê AKPî, Adil û Celal Şenyaşar qetil kirin. Di wan kêliyan de waliyê Rihayê û parlamenterên AKP’ê yên berê jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn.    JI NEXWEŞXANEYÊ REVANDIN    Bi bihîstina bûyerê re Emîne Şenyaşar û Haci Esvet Şenyaşar berê xwe dan nexweşxaneyê. Haci Esvet Şenyaşar li vir rastî êrişê hat. Xizm û parêzvanên Yildiz ê AKP’î, li pêş çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê û hêzên emniyetê, bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal bi çek û kêran qetil kirin. Di wê navberê de Fadil Şenyaşar jî revandin nexweşxaneyeke navenda Rihayê û bi vî awayî xelas bû. Her wiha Mehmet û Ferît Şenyaşar jî bi awayekî veşartî li ambûlansan hatin siwarkirin û revandin nexweşxaneyeke Dîlokê. Di dawiya dawî de ji malbata Şenyaşar 3 kesan di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan.    DEMA GORA 3’YEMÎN DIHAT KOLANDIN...    Ji malbatê tenê Emîne Şenyaşar bêyî ku birîndar bibe xwe ji êrişê xelas kiribû. 2 kurên wê hatibûn qetilkirin û 3 kurên wê jî bi giranî birîndar bûbûn. Digot qey hevjînê wê li nexweşxaneyê tê dermankirin lê ew jî di êrişê de hatibû qetilkirin. Dayika Emîne ji bo veşartina cenazeyê kurên xwe Adil û Celal diçe Goristana Pirsûsê û dibîne ku sê gor hatine kolandin. Wê demê pê dihese ku hevjînê wê jî hatiye qetilkirin.   FADIL HATE GIRTIN   Fadil Şenyaşar di komkujiyê de bi giranî xelas bûbû û hêj birînên wî baş nebûbûn ku birin emniyetê, îfadeya wî hate girtin, sewqî edliyeyê hat kirin û ji hêla Dadgeha Cezayên Silhê ya Rihayê ve hate girtin û şandin girtîgehê.    BI VEŞARÎ ÇÛ SERDANA GORAN   Zilma li serê malbata Şenyaşar hatiye kirin tenê bi vê yekê re bisînor nema. Ji ber zextên malbata Yildiz ê AKPî, dayika Emîne Şenyaşar nekarî biçe mala xwe ya li Pirsûsê. Endamên malbatê yên karîn xwe ji komkujiyê xelas bikin, koçî navenda Rihayê bûn. Ji bo ku zarokên wê yên din rastî êrişeke din neyên, dayika Emîne bi awayekî veşarî çû serdana gorên 2 kur û hevjînê xwe. Demek piştre bi mezinbûna piştgirî û piştevaniya gel re malbata Şenyaşar dîsa vegeriya mala xwe ya Pirsûsê.    Ji bo ku kesên malbata wê qetil kirîn bên darizandin, dayika Emîneyê di nava van 3 sal û 9 mehan de di her kêliyê de têkoşîna edaletê da.    HETA KU EDALET PÊK TÊ...   Ji bo ku pêşketinên di dosyayê de hîn bibe, dayika Emîne Şenyaşar her roj berê xwe da Edliyeya Rihayê. Emîne û Ferît Şenyaşar dixwestin ku têkildarî dosyayê bi dozger re hevdîtinê bikin lê belê ev daxwaza wan her carê hate redkirin. Li ser vê yekê jî gotin; “êdî bes e, em edaletê dixwazin” û li ser dereskeyên edliyeyê rûniştin û daxwazên xwe bi raya giştî re parve kirin. Daxwaza wan jî ew bû ku kujerên malbata wan bên girtin û Fadil Şenyaşar bê berdan. Bêyî ku bêzar bibin, bi dehan caran ji bo dosyayê xwestin bi dozger re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan her carê hate redkirin. Li ser vê yekê jî Emîne û Ferît Şenyaşar, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin.     6 CARAN BINÇAV KIRIN, 14 CARAN ÎFADE DA û 4 DOZ HATIN VEKIRIN    Neqebûlkirina daxwazên malbatê li hêlekê, ji ber gotinên Emîne Şenyaşar ên di dema nobetê de, derheqê wê de bi hinceta “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye” 4 caran doz hate vekirin. Bi heman sedemê, 14 caran gazî îfadeyê kirin. Bêyî ku hincetek were nîşandan, dayik û kurê wê 6 caran hatin binçavkirin û gelek caran jî bi darê zorê rakirin nexweşxaneyê. Hinek caran jî dema ji bo nimêjê diçûn û dîsa vedigeriyan, di dîtin ku pankartên wan hatine dizîn. Dema ji bo pirsîna aqûbeta pankartên xwe ber bi deriyê edliyeyê ve diçûn jî artêşeke polîsan pêşî li wan digirt. Ji ber ku pankartên wan ji stûnên beton digirtin, gelek caran cezayê pere lê hate birîn. Sedema wê jî weke “qedexeye ku pankart bi dîwarên cemaweriyê ve bên daliqandin” hate nîşandan. Heta niha 9 dozgerên dosyayê hatine guherandin û lê yek ji wan jî daxwaza hevdîtinê qebûl nekirin.    PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ ZÊDE BÛN   Şêniyên bajêr navê “Kunciyê edaletê yê malbata Şenyaşar” li cihê çalakiyê kiribûn û ev kuncik êdî bûbû mala duyemîn a malbata Şenyaşar. Her roj di saetên serê sibehê yên zûde ji mala xwe ya Pirsûsê ber bi Rihayê ve diketin rê. Ev rêya ku weke “rêya mirinê” tê pênasekirin, 42 kîlomîtroyan dirêje. Malbat, heta niha zêdetirî 29 hezar kîlometreyan li vê rêyê hatiye û çû ye.    Li rexekî têkoşîn û li rexa din jî rondikên dayika Emîneyê qet nerawestiyan. Her ku diçû rewşa tenduristiyê ya Şenyaşar xerabtir bû. Her tişt bi çavên xwe dîtibûn lewma jî tedawiya psîkolojîk didît. Lê belê bi demê re çavê wê yê rastê êdî ji sedî 70 nedidît. Li çokên wê av kom bû û bijîşkan bi israr got ku divê emeliyat bibe. Dayika Emîne jî her carê ev bersiv da; “Heta ku kurê min neyê berdan ez tedawî nabim.”     TÊKOŞÎNEKE BÊNAVBER   Tevî serma û germaya Rihayê û zextan jî, Emîne Şenyaşar têkoşîna xwe bênavber domand. Li dijî astengkirin û qedexeyan, ya ku herî zêde hêz daye malbatê ew bû ku ji Qersê heta Muglayê, ji Stenbolê heta Colemêrgê gelek mêvan çûn serdana wan û piştgirî dan. Li hêlekî serdanên ji bo piştgiriyê zêde bûn û li hêla din jî malbatê li Dîlok, Amed, Stenbol û Enqereyê bi mebesta piştgiriya hiqûqî gelek serdan kirin.    Kêmekî dem ma ye ku Nobeta Edaletê êdî sala xwe temam bike. Emîne Şenyaşar dibêje ku dê nobeta xwe biisrar berdewam bikin û ew “ji bo her kesî edaletê dixwazin.” Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, nobeta xwe ya li pêşiya Edliyeya Rihayê niha jî veguhestin pêşiya Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Dîlokê. Malbatê li vir jî daxwaza hevdîtinê kir lê ev daxwaz dîsa hate redkirin.    BÛ HÊVÎ   Tevî hemû zext û astengkirinan jî dayika Emîne Şenyaşar dest ji têkoşîna xwe berneda. Ev têkoşîn, ji bo gelek kesan jî bû hêvî.    Di 15’ê hezîrana sala 2019’an de, komeke çekdar a ji eşîra Îzolê ku ji kurê parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol û birayên wî pêk dihat, li Taxa Çeltîk a Siwêreg a Rihayê bi ser mala malbateke ji heman eşîrê de girt. Di êrişê de Zozan Îzol, hevjînê wê Hakki Îzol, Meral Îzol û kurê wê Mûsa Serhat Îzol hatin qetilkirin. Hinek endamên malbata Îzol çûn serdana Emîne Şenyaşar û piştgirî dan. Di serdanê de Serdar Îzol axivî ku hevjîna wî, kurê wî û kekê wî hatibûn qetilkirin. Îzol, da zanîn ku tevî bi ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne jî edalet pêk nehatiye. Îzol jî di 21’ê îlona 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir.    XIZMÊN GIRTIYAN   Di demekî kin piştre de li gelek deverên Tirkiyeyê bi daxwaza edaletê çalakî hatin lidarxistin. Yên ku li hundirê edliyeyê rastî bêedaletiyê dihatin, ji bo ku dengê xwe bigihînin rayedaran û raya giştî, gelek çalakiyên cuda li dar xistin. Yek ji van çalakiyan jî, çalakiya malbatên girtiyane ku di 16’ê mijdara 2021’an de li Baroya Amedê hatibû destpêkirin. Piştî Amedê, vêcarê jî malbatan li Wan û Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.    XIZMÊN CERDEWANAN   Li Bismil a Amedê ji ber rageşiyekê axê, di navbera zirbirayan de şer derket. Piştî şer jî cerdevanê bi navê Mahmût Karaaslan ku ji ber kuştina hevjîna xwe Hamdiye Şik (61) û kurê xwe Kadîr Karaaslan (26) hatibû girtin û kurê wî yê cerdevan Sîdar Karaaslan ê girtî hatin berdan. Hamdiye Şik ku digot bi berdana van kesan jiyana wan di xetereyê de ye, tevî xizmên xwe di 18’ê mijdara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbatê hewl dan dengê xwe yê ji bo edaletê bidin bihîstin.    GULISTAN DOKU    Xwendekara Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku (21), di 5’ê çileya 2020’an de hate windakirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Malbata Doku ku li Erxenî ya Amedê dijiya, di 1’ê çileya 2022’yan de li pêşiya Edliyeya Dêrsimê nobet da destpêkirin.    "HEKE EM JÊ NEXWIN JÎ DÊ ZAROKÊN ME BIXWIN’   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar, bandoreke mezin kir û heta niha her tim daxwazên xwe anîn ziman. Dayika Şenyaşar dibêje ku wê zarokên xwe di nava şertên zehmet de mezin kiribûn. Dayika Emîne got ku êşa kurê wê Adil li wê giran tê. Dema qala Adil dike, rondikên çavên wê dibarin û ji ber xwe ve dibêje; “Adil, haziriya zewacê dikir.”    Dayika Emîne anî ziman ku zarokên wê her tim li mala wê kom dibûn, tu carî ew bi tenê nedihiştin û mehek beriya komkujiyê jî li gel Ferît ji bo umreyê çûne Mekkeyê. Dayika Emîne got ku ji bo saleke din dîsa biçin umreyê, bi kurê xwe Celal re plan çêdikirin û wiha axivî: “Sê meh beriya komkujiyê, kurên min Adil û Celal li 3 donimên erd darên fêkiyan çandibûn. Wekî ku Celal hîs kiribe dê ev tişt bi serê wan bê, digot; ‘dibe ku em pê re negihijin lê zarokên me dê ji van darfêkiyan bixwin.’”    'EM Ê SIBE BÊHNA XWE VEDIN’   Dayika Emîne Şenyaşar ku 14’ê hezîran mîna duh hêj li bîra wê ye, wiha qala wan kêliyan dike: “Ez ji şîna xizmekî me vedigeriyam. Ez çûm dikana zarokan. Min li wir Adil dît lê Celal nedît. Erefeya Cejna Remezanê bû lewma sûka bajêr gelek qelebalix bû. Kurê min Adil got; ‘Îro êdî dawî ye. Em ê 2-3 rojan bêhna xwe vedin.’ Dema ez gihiştim malê jî Celal telefon kir bê ka min çi şîv çêkiriye. Ev, bû axaftina min û wî ya dawî.”    Bi domdarî jî dayika Emîne dibêje ku dema çûyîn dikanê, dîtin ku birîndaran radikin nexweşxaneyê û ew kêlî wiha vegotin: “Celal ji hevalekî xwe re got; ‘me nebin nexweşxaneyê dê me li wir bikujin.’ Ez û hevjînê xwe bi hev re çûn nexweşxaneyê. Min li nexweşxaneyê qet dengê çekan nebihîst. Heta em gihiştin wê derê, zarokên me kuştibûn. Bi ketina me ya nexweşxaneyê re gelek kesan êrişî Haci Esvet kir. Em derbasî Beşa Lezgîn bûn lê dîsa jî êriş kirin. Êrişkaran digot; ‘em ê we bikujin.’ Kesekî nas ez ji nexweşxsaneyê derxistim. Min kurê xwe Fadil, bi birîndarî li Nexweşxaneya Balikligol a Dewletê dît. Piştre jî ji bo definkirina cenazeyan hatim Pirsûsê.”    'ÊDÎ BES E’   Emîne Şenyaşar ku ji roja komkujiyê heta niha li pey edaletê digere, 20 kesên beşdarî komkujiyê bûne teşhîs kirin. Lê tevî vê yekê jî heta niha kesek ji wan nehatiye girtin. Dayika Emîne bertek nîşanî neberdana kurê xwe da û wiha bi dawî kir: “Êdî bes e. Ev bû salek û em hêj jî li edaletê digerin. Heta ku kurê min ê girtî tê berdan, ez ê ji pêşiya edliyeyê bi cihekî ve neçim.”    MA / Emrûllah Acar