Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir 2022-03-02 12:36:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên xwe yên paramîlîter, êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kirin.     Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, Tirkiye û hêzên xwe yên paramîlîter, êrişî gundên Cedîdê û Mişêrfê yên Eyn Îsayê, embarên genim û Rêya Bejahî ya M4 dikin û bombebaranê pêk têinin. Meclisa Leşkerî ya Minbîcê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk ji gundê El-Hoşeriyê gundê Toxar ê bakûr rojhilatê Minbicê bombebaran kiriye.