Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin 2022-03-03 09:02:46 AMED - Di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet a li hemberî kurdan de esker, polîs û cerdevan xwedî roleke çalak in. Sûcên ku ev kes li hemberî zarok û jinan dikin, bi polîtîkaya bêcezatiyê ya bi destê darazê zêdetir dibin.  Li bajarên herêmê herî zêde jin bandorê ji pêkanînên polîtîkaya şerê taybet digirin. Di sala 2021'ê de pêkanînên wekî destdirêjî, bişavtin, sîxurtî, fuhûş û tiryakê sirateyî gundan jî kirin. Ên di vê polîtîkayê de bi awayekî çalak tevdigerin jî esker, polîs û cerdevan in. Her wiha polîtîkaya bêcezatiyê hîn bêtir rê li ber van kesan vekiriye.    EMÎNE KARAKAŞ   Aslan Karakaş (34) ku bi salan li navçeya Bismil a Amedê tevî malbata xwe cerdevantî kiriye, di 4'ê Sibata 2021'ê de zewac li xizma xwe Emîne Karakaş (16) salî kiribû. Her wiha cerdevan Karakaş ji bo Emîne Karakaş pêre bizewice destdirêjî wê kiribû û gef lê xwaribûn. Herî dawî jî bi çekê Karakaş a 16 salî bi giranî birîndar kiribû. Karakaş, 138 rojan li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatibû dermankirin û di 17'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû. Kujer Karakaş jî piştî 167 rojan teslîm bûbû. Her wiha nehatibû hiştin ku cenazeyê Emîne Karakaşê li gund jî bê definkirin.    DESTDIRÊJÎ   Di Cotmeha 2021'ê de derketibû holê ku li gundekî navçeya Pasûrê mele Hamdûsena C. dest dirêjî 10 zarokên keç ên temenê wan di navbera 9-12 salan de kiriye. Piştî mamosteyê zarokan haya cendirmeyan pê xistibû, malbata mele gef li mamoste xwaribûn. Her wiha cerdevan jî ji bo giliyê mele neyê kirin gef li malbatên zarokan xwaribûn. Hamdûsena C. piştî bertekên raya giştî hatibû girtin.    CERDEVANAN EW QETIL KIR   Li navçeya Bismilê di 18'ê Tîrmeha 2020'an de ji ber erdan zirbira bi hev ketibûn. Di şer de Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) hatibûn kuîtin. Sercerdevan Mahmût Karaarslan û kurê wî cerdevan Sîdar Karaarslan hatibûn girtin û di 16'ê Mijdarê de hatibûn berdan.    FUHÛŞ Û BÊCEZATΠ   Li navenda Colemêrg û Şirnexê û hin navçeyên wan di Cotmeha 2021'ê de kesekî ku tê gotin "çawîşê pispor" e, li xwe mikur hatibû û hin dîmen belav kiribûn. Bi van dîmenan re çeteyeke ji esker û cerdevanan pêk dihat kişf bûbû. Ji ber vê çeteya ku 3 sal berê hatibû avakirin û bi şantajê jinan daxilî nav fuhûşê kiribû, jinek hatibû kuştin û jinek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû yek jê jî hewl dabû xw ebikuje. Şahidekî ku nexwestibû navê wî bê eşkerekirin di ser 70'yî re navê esker û cerdevanên di nav vê çeteyê de gotibûn.    Serdozgeriyên Çelê û Geverê têkildarî bûyerê lêpirsîn dabûn destpêkirin. Heya niha du kesan îfade daye.    HÊ JÎ LI SER KAR E   Di sala 2019'an de derketibû holê ku cîgirê Midûrê Lîseya Anadolûyê ya Merkezê ya Cizîrê û nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Bûrak Ercan dets dirêjî zêdetirî 40 xwenekaran kiribû. Ercan, bi awayekî negirtî tê darizandin û niha li Stenbolê li dibistanekê dixebite.    ÇAWÎŞÊ PIRSPIR HAT BERDAN   Li Wanê di 25'ê Citmeha 2021'ê de çawîşê pispor Talîp Korcan destdirêjî du xwendekarên lîseyê kiribû. Korcan di 27'ê Çileyê de bi hinceta îfadeyên şahidan li her derneketine hatibû berdan.    Jina bi navê S.S. di 24'ê Mijdara 2021'ê de li Amedê serî li Komeleya Jinan a Rosayê dabû û bi vê serlêdanê re derketibû holê ku di 8'ê Nîsana 2021'ê de polîsê bi navê Enes A. ê li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê dixebite dest dirêjî wê kiriye. Piştî vê cardin derketibû holê ku heman polîs 30 jinên din jî mexdûr kiriye û ji ber vê derbarê wî de 4 lêpirsînên îdarî hatibûn destpêkirin. Peywira polîstiya parastinê ya Enes A. hatibû betalkirin û li noqteya kontrolê hatibû peywirdarkirin.    DADGEHÊ BIRYARA BERAETÊ DA   Li Mêrdînê çawîşê pisprê ê Fermandarîya Alaya Mekanîze ya 70'yan a Mêrdînê  Omer Ayas, ji Kanûna 2018'an heya Hezîrana 2019'an bi awayekî sîstematîk destdirêjî jineke19 salî kiribû. Ayas ku bi mirinê gef li jinikê xwariye û tahde lê kiriye, her cara ku dest dirêjî wê kiribû jê re gotibû ger ji kesekî re bêje dê wê bikuje. Piştî ku jinikê giliyê wî kiribû, lêpirsîn hatibû destpêkirin û paşê doz hatibû vekirin. Lê çendî di dosyeyê de qeydên deng ên Omer Ayas hebûne û di van dengan de li xwe mikur hatibû ku destdirêjî kiriye jî, dozgeriyê bereksê wî tevnegeriyabû û guh li parastina wî kiribû. Dozgeriyê di muatalaaya xwe ya beriya danişîna biryardayinê de doza beraeta wî kiribû. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de derpêş kiribû ku derbarê destdirêjiya bi darê zorê de tu delîl tune ne.   GEFXWARIN   Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, jinekê li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê çawişê pispor Mehmet Mûstafa Y.'yê ku bi çekê gef lê xwaribûn kiribû. Li gor agahiyên bi dest ketibûn, jinik du sal berê bi rêya hevaleke xwe çawişê pispor nas kiriye. Piştî jinikê daxwazên çawişê pispor qebûl nekirine, çawîş jî bi mirinê gef lê xwariye. Piştî gefên bi mirinê li ser hev du hatine xwarin, jinik jî çûye Navenda Polîsan a Yenîşehîrê û gilî kiriye. Lê polîs jê re gotine  "Tu gilî bikî jî wê tiştek jê derneyê. Wê îfadeya wî bê girtin û wî berdin." Piştî vê cardin gefên çawîş dewam kirine û bi ser de jî profîla hesabê twîtterê yê Parlementerê MHP'ê yê Yozgatê û Endamê Komîsyona Mecrayên Dijîtal a Meclisê Îbrahîm Ethem Sedef jê re dişîne û dibêje, "Ger tu dixwazî ez dev ji te berdim, divê tu bi vî kesî re hevdîtinê bikî. Tenê ev kes dikare min bide sekinandin. Û zanibe bê ka ev kes kî ye."    Li gor tiştên ku jinikê ragihandibûn çawişê pispor li ser hev du gef lê xwarine û di destpêka meha Çileyê de li ber Zanîngeha Artûklûyê pêşî lê biriye û wê bi zorê biriye cihekî bêdeng.  Li vir berê çekê daye wê, cardin bi mirinê gef lê xwarine û jê re gotiye: "Ger tu dixwazî dev ji te berdim, divê tu 50 hezar TL bînî. Yan na ez dev ji te bernadim."   Li gor agahiyên bi destketin çawîşê pispor Mehmet Mûstafa Y. hê jî li ser kar e û derbarê wî de tiştke nehatiye kirin.   LI CIHÊ POLÎSAN FUHÛŞ   Li Wanê Midûriyeta Polîsan a Bajêr di 16'ê Çileyê de di çarçoveya operasyona fuhûşê de avêtibûn ser hêwaneke masajê. Di avêtina ser hêwanê du du ke shatibûn binçavkirin û ev he rdu kes polîs bûn. Jineke ku berê di hêwana masajê de xebitiye di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de diyar kiribû ku 2 şirîkên hêwana masajê polîs bûne û beriya operasyon bê kirin bi operasyonê hesiyane û tevdîr girtine. Her wiha xebatkara hêwanê ya berê di îfadeya xwe de gotibû polîsan li hêwanê tecawizî xebatkarên jin kiriye û fuhûş li wan ferz kiriye. Jina bi navê S.A. di îfadeya xwe ya 19'ê Tebaxa 2019'an de ya li Midûriyeta Polîsan a Wanê, anibû ziman ku ji sedî 40'ê hêwanê ya polîs Îbrahîm Y. bûye û tiliya polîsên îstixbaratê jî di nav de hebûye.    Polîs Îbrahîm Y. û polîsekî din ên navê wî nehat hînbûn ku di avaêtina ser hêwana masajê d ehatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Her wiha şirîkên hêwanê E.B. û C.B. jî hatibûn girtin.    MA / Ceylan Şahînlî