Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê? 2022-03-03 10:45:28 ENQERE - Dogû Perînçek ê ku navê wî bi endamtiya MÎT’ê tê nasîn eşkere kir ku endamê MKYK’a AKP’ê Ethem Sancak jî di nav de şandeyek li Rûsyayê hevdîtinan dike. Perînçek got rêveberiya Putin ji ber helwesta Erdogan aciz e.    Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogû Perînçek ê ku bênavber navê wî bi endamtiya MÎT’ê tê rojevê, daxuyand ku Endamê Desteya Biryar û Rêveberiya Navendî (MKYK) ya AKP’ê Ethem Sancak jî di nav de şandeyek Tirkiyê çûye Rûsyayê hevdîtinên dîplomatîk dike. Perînçek di bernamayek Ulusal Kanalê de axivî û têkildarî şerê Rûsyayê-Ûkraynayê axivî û got ew pirr eşkere destekê didin Rûsyayê. Perînçek diyar kir ku şandeyek partiya wî jî serdana Moskovê kiriye û Ethem Sancak jî di nava şandeyê de bûye.     GELO ERDOGAN ŞANDEYÊ ŞANDIYE?   Di kulîsên li Enqereyê de deng veda ku ev şande li ser fermana Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan çûye Rûsyayê. Perînçek destnîşan kir ser Moskova ji helwesta Enqereyê ya ku dixuye bêalî ye nerehet e û wiha got: “Şanda partiya me duh çûbû Moskovayê. Heyetek bi serokatiya birêz Tugay Şen ku ji Şule Perinçek, Erman Suluk û Ethem Sancak pêk dihat. Gotûbêjên pir girîng kirin. Li Rûsyayê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve re hevdîtin kirin. Ez dikarim bibêjim ku Rûsya ji helwestên birêz Tayyîp Erdogan dilsoz nabîne. Agahiyên ku min ji heyeta partiyê girtine niha eşkere nakim. Stenbol ji bo Rûsan pir bi qîmet e. Dostaniya Tirkiyê jî pir bi nirx e. Çima li şûna Stenbolê Belarûsê hildibijêre? Ev ji bo Tirkiyeyê peyamek e. Dibêje 'Te baweriya min hejandiye'."