Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin 2022-03-03 13:16:33 STENBOL - Bi daxwaza girtina DÎAYDER’ê ku gelek endamên wê ji ber xutbe û weazên bi kurdî hatine girtin, doz hate vekirin.    14’emîn Dadgeha Cezayên Giran ku serokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Ol (DÎAYDER) Ekrem Baran û 9 endam û rêveberên wê lê tên darizandin, di rûniştina xwe ya 27’ê kanûna 2021’an de biryar da ku ji Şaxa Midûriyeta Karûbarên Hiqûqê ya Walîtiya Stenbolê re muzekkere bê nivîsandin bê ka derheqê komeleyê de lêpirsînek heye yan na. Mufetîşiya Mûlkiyeyê ya Wezareta Karên Hundir jî di 16’e sibata 2022’yan de bersiv da û îdia kir komeleyê bi çalakiyên xwe, xala 2’yemîn a rêznameya DÎAYDER’ê hatiye binpêkirin. Di bersiva behsa xeberê de çalakî û daxuyaniyên DÎAYDER’ê jî weke sûc hatin hesibandin.   DAXWAZA GIRTINÊ    Li ser vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, îdia kir ku komele li derveyî armancên xwe tevgeriya ye. DÎAYDER, li Şîrînevler a Stenbolê ye lewma jî Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê lêpirsîn da destpêkirin û bi daxwaza girtina komeleyê, dozname ji Dadgeha Hiqûqî ya Giştî re şand.    SEDEMÊN GIRTINÊ   Dozger, di doznameyê de diyar kir ku rêveberên DÎAYDER’ê di kovara “Ronahî” de nivîs weşandine û îdia kir ku bi van nivîsan re jî “gel ji bo serhildanê sor kiriye.” Di doznameyê de dozger, van nirxandinan weke hinceta daxwaza xwe destnîşan dike: “Di têkoşîna gelê kurd de aktorê herî girîng PKK ye. Têkçûna DAIŞ’ê tê wateya têkçûna Tirkiyeyê. Dewlet, zilmê li kurdan dike, wan dikuje, komkujiyan dike û welatê wan talan dike. Rêveberên Komara Tirkiyeyê ayetên Xwedê înkar dikin û rejîmekî faşîste (...)”    Her wiha dozger îdia kir ku DÎAYDER’ê “Gotarên ji bo parçekirina Tirkiyeyê” nivîsandine û ev gotare jî weke sedema girtinê nîşan dan. Dozger, di doznameyê de daxwaza sekinandina operasyonên Tirkiyeyê weke sûc nîşan da. Dozger, îdia kir ku DÎAYDER’ê bi çalakî û daxuyaniyên xwe, xala 2’yemîn a rêziknameya xwe binpê kiriye.    Dozger, bal kişand ser du dozên derheqê endam û rêveberên DÎAYDER’ê de û sedemên di îdianameyê de jî weke sedema vekirina dozê nîşan dan. Dozger, îdia kir ku DÎAYDER di çarçoveya armancên PKK û KCK’ê de tevdigere û xwest ku çalakiyên DÎAYDER’ê bên girtin û li gorî xala 89’emîn a TMK’ê jî bê girtin.    MA / Mehmet Aslan