Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk 2022-03-04 09:03:28 AMED - Yek ji parêzerên Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş da zanîn ku li dijî “tundiya biunîforma’ gelek serlêdan bo wan tên kirin û wiha got: “Nêzikatî û tundiya dewletê ne tenê li ser bingeha zayendê, her wiha ji ber kurdbûna wan jî êriş û nêzikatiyeke nîjadperest heye.”  Sepanên şerê taybet ên li herêmê herî zêde bandorê li jinan dike. Jin, li rexekî dibin hedefa tiryak, fihûş û sîxûrtiyê û li rexa din jî rastî tundî, tacîz û destdirêjiyê tên. Bi taybet jî piştî ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha sala 2016’an, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ve gelek komele û rêxistinên jinan hatin girtin û vê jî kir ku tundiya li ser jinan hêj zêdetir bibin. Her wiha qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin, midûriyetên jinan û saziyên jinan ên girêdayî şaredariyan hatin girtin. Vê hewldanê jî rê li ber encamên girantir vekir.    TUNDIYA BIUNÎFORMA   Gelek caran derket holê ku kesên van sepanên şerê taybet li dijî jinan pêk tînin, leşker, polîs û cerdevan in. Çawişê pispor Mûsa Orhan li Êlihê dest dirêjî jina bi navê Îpek Er kir û kir ku Îpek Er xwe bikuje. Herî dawî jî li navend, navçe û gundên Colemêrgê çeteyeke fihûşê ku piştgiriya xwe ji dewletê digirt derhî bû. Ji ber sepanên vê çeteyê jinek hate qetilkirin û jinekê jî hewl da xwe bikuje. Di serlêdanên jinan ên ji bo komeleyên jinan ên li dijî vê tundiyê têdikoşin de jî ev rewş hîn bêhtir xuyanîtir dibe.    Komeleya Jinan a Rosayê di 3’yê kanûna sala 2018’an de bi armanca têkoşîna li dijî tundiya civakî, siyasî, çandî, aborî, zayendî û derûnî ya li dijî jinan tê kirin hate avakirin. Tenê ji cotmeha sala 2020’an heta mijdara 2021’an, zêdetirî 100 serlêdan ji komeleyê re hatin kirin. Gelemperiya van serlêdanan jî ji ber tundiya zayendî hatibûn kirin. Yek ji xalên girîng ên serlêdanan ew bû ku gelemperiya faîlên ku tundî li jinan kiribûn, unîformayiyên dewletê bûn.    Di vê pêvajoya ku komele li dijî her cureyên tundiya li ser jinê têdikoşe de, endam û rêveberên komeleyê jî gelek caran hatin binçavkirin û girtin. Ji rêveberên komeleyê parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş têkildarî bûyerên di nava salekî rû dayîn û sedemên wan bi ajansa me re axivî.    NÊZIKATIYA ‘BÛYERA EDLÎ’    Ulaş da zanîn ku tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina tundiyê baş nayên bicihanîn û wiha domand: “Sedema vê jî xemsariya cewaweriyê ya di vê mijarê de ye. Divê ji bo pêşîlêgirtina tundiyê tevdîrên taybet bên girtin. Kêmasiyên di mijarên daraz, ewlekarî û polîtîkayên civakî de nayên sererastkirin. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, daxwazek nîne. Ev jî dike ku tundiya heyî pir zêdetir bibe û bigihije asta qirkirinê. Pergala heyî, tundiya li ser jinê weke ‘bûyereke edlî’ dibîne. Beriya ku bên qetilkirin, ji ewilî jin li hemberî darazê têkoşîna jiyanê didin. Daxwaza parêzvan dikin, serî li dozgeriyê didin û her tim li ber deriyên edliyeyê ne. Lê di nava burokrasiya heyî de dixeniqin. Di rewşa heyî de jî nayên parastin.”    Di berdewamê de Ulaş destnîşan kir ku tundiya li ser jinê polîtîke û wiha pê de çû: “A rast, sedemên ber bi cînayetê ve dibin jî polîtîkin. Divê mirov ji hêla pergalê ve li meseleyê binêre. Heke mebesta wan pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan be, divê jidil nêzî têkoşîna li dijî tundiyê bibin û xebatên bi vê mebestê jî bi awayekî bipergal bên kirin.”   TUNDIYA DEWLETÊ   Bi domdarî Ulaş bal kişand ser serlêdanên ji bo komeleya wan hatine kirin û ev agahî parve kirin: “Ev serlêdan tenê ji bo tundiya fîzîkî nehatine kirin. Hinek kes hene ku di carekê de rastî gelek cureyên tundiyê hatine. Tevdîrên heyî gelemperî tenê ji bo parastina beden hatine girtin lê ev bi têrî nake. Divê em aliyê têkoşînê yê derûnî, hiqûqî, aborî û civakî jî xurt bikin. Em dibînin ku hem jinên li qadan û hem jî jinên tundî lê hatiye kirin, gelemperî ne tenê ji ber tundiya zilaman lê bi taybet jî ji ber tundiya dewletê serî li komeleya me didin.”    Ulaş qala “Tundiya biunîforma” kir û da zanîn ku gelek jin dibin qurbanên tundiya polîtîkaya taybet a dewletê. Ulaş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li deverên ku komeleya me xebatên xwe lê dimeşîne, kesên biunîforma di bin navê ‘evînê’ de têkiliyan bi jinan re pêş dixin. Ji van têkiliyan gelek jê bi tundî û kuştinan bi encam bûne û serlêdanên di vê derbarê de hatine kirin hene. Gelek ji van bûyeran jî di çapemeniyê de cih negirtin. Dîlek Kaya, di adara sala 2020’an de ji hêla berbazekî ve hate kuştin. Weke komeleyê em jî beşdarî danişîna wê bûn. Ne tenê ji ber nasnameya zayendê, ji ber kurdbûna xwe jî ev jin li rastî tundî û nêzikatiya nîjadperest a dewletê tên.”    FERASETA MÊTINGERIYÊ   Parêzer Ulaş daxuyand ku gelek îxbar ji wan re tên ku rastî tundî û destdirêjiya kesên biunîforma hatine û wiha derbirî: “Bêguman tundiya dijîtal, derûnî, fîzîkî heta aborî li ser van jinan tê kirin. Her wiha tundiyên têkel jî hene. Ji ber ku feraseta mêtingeriyê heye. Jin, hem di hêla beden de û hem jî ji her aliyê xwe ve weke qada mêtingeriyê tên dîtin. Peyam, dosya û îfade hene. Em dixwînin û jinan guhdar dikin. Tiştên bi serê wan hatine yek bi yek ji me re vedibêjin. Mirov dibîne ku li gorî feraseta mêtingeriyê nêz dibin.”    POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ   Ulaş da destnîşan kir ku dema faîl dibin karmendên cemaweriyê yan jî leşker û polîs, wê demê saziyên dewletê pir cuda nêzî bûyerê dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo gilîkirina polîsê li heman cihî xebitî, diçin qereqola li heman cihî. Dibe ku giliya hevalê xwe yê xebatê kiribe û dozger jî biryara dozvenekirinê dide. Delîl, dereng tên komkirin û baş nayên nirxandin. Heta em dibînin ku di gelek dozan de jin tên sûcdarkirin.”    YÊN KU DEV JI KOLANAN BERNEDAYÎN   Di berdewamê de Ulaş got ku ne tenê jinên tundî lê hatiye kirin, her wiha jinên li dijî tundiyê têdikoşin jî rastî heman rewşan tên û ev tişt anî ziman: “Yek ji mînakên vê jî zextên li ser komeleya me ye. Desthilatdariya siyasî li dijî hemû derdorên muxalîf şer daye destpêkirin. Tu yan ji wan î, yan jî bi du lêpirsînên vala dibî terorîst. Jin jî niha yek ji derdorên muxalîf ên herî girîng in û bi tu awayî dev ji kolanan bernadin. Lewma jî rastî êrişeke taybet a dewletê tên.”    TÊKOŞÎNA POLÎTÎK   Ulaş diyar kir ku tundiya dewletê, tundiyeke pipergalî û polîtîk e û wiha axivî: “Li dijî vê hewldanê jî divê têkoşîneke bi rêk û pêk û polîtîk bê kirin. Destpêka vê jî, hişmendî ye. Jinên ciwan xwe çiqas pêş bixin, çiqas di ferqa wê êrişa li ser bingeha nîjadperestiyê tê kirin de bin, derfetên xwexelaskirina ji wan êrişan jî ewqas zêdetir dibin. Em jî xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin. A rast, tu ferq û cudahiyeke tundiya ji hêla kesên biunîformayî ve tê kirin ji hev nîne. Ji ber ku faîlê tevan jî mêr-dewlet e. Hemû jî berhema heman zîhniyetê ne.”    JI BO 8’Ê ADARÊ BANG KIR   Ji bo 8’ê Adarê jî Ulaş got ku dê di vê rojê de têkoşîna xwe bi pratîka xwe nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga me ji bo hemû jinan ew e ku tev li çalakiyên me bibin. Di navbera hefteyek-deh rojan de hemû jinên cîhanê çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Îsal jî em ê li Amedê li gel hemû jinên cîhanê, soz û çalakiyên xwe nîşanî her kesî bidin. Em jî dê pratîka xwe ya 8’ê Adarê li kolanan, li kargehan, li malan nîşan bidin.”    MA / Eylem Akdag