Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in 2022-03-04 09:03:30 WAN - Sevgî Ozdînç ku ji Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat îxrackirin, xespkirina destkeftiyên jinan û hedefgirtina pergala hevserokatiyê wekî "perçeyek konsepta şerê taybet" wesifandin û got: "Herî zêde ji têkoşîna jinan ditirsin, lê em ê her tim vê têkoşînê biqîrin."  Partiya demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî bi dest xistibûn. Piştî hilbijartinê qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatibûn kirin û 72 hevşaredar jî hatibûn binçavkirin. Ji van hevşaredaran 20 jin 39 hevşaredar hatibûn girtin û hê jî 2 jê jin 6 hevşaredar girtî ne. Bi tayinkirina qeyûman re ewilî jin û saziyên jinan hedef hatibûn girtin. Qeyûman ewilî navendên jinan, midûriyetên jinan û serokatiyên daîreyên jinan ên girêdayî şaredariyan girtibûn. Her wiha xetên tahdeyê û sêtargehên jinan ên girêday şaredariyan jî hatibûn girtin.    Ji bajarên nesîb ji pêkanînên qeyûman girtin yek jê jî Wan bû. Li Wanê bi tayinkirina qeyûm re deriyê Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) hatibû mohrkirin, sêtargeha jinan a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû girtin, xeta piştgiriyê hatibû girtin û kartên gihaniyê yên belaş ên nava bajêr hatibûn betalkirin.    Piştî girtina saziyên jinan ên li nava bajêr û navçeyên wê jinan li dijî vê di Gulana 2020'an de Komeleya Jinan a Starê ava kiribûn û niha di bin banê komeleyê de têkoşîna xwe didomînin.    Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Sevgî Ozdînç ku bi tayinkirina qeyûm re hatibû îxraxkirin, îcraata ewil a qeyûm ku saziyên jinan girtibû, wekî "parçeyek konsepta şerê taybet" wesifand.   EWILÎ JIN HEDEF HATIN GIRTIN    Ozdînç, destnîşan kir ku berî ku qeyûm tayinî şaredariyan bên kirin ji bo jinan xebatên girîng dihatin kirin û di vê çarçoveyê de gelek saziyên jinan vekirine. Izdînç got: "Wan, di sala 2014'an de bû bajarê mezin. Paşê serokatiyên daîreyan hatin avakirin. Yek ji van daîreyan jî Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan bû. Ev daîre tenê ne li Wanê, li gelek bajarên din jî hatin avakirin. Di bin banê van serokatiyên daîreyan û midûriyetan de stargehên jinan, navendên şêwirmendiyê û gelek tiştên din hatin avakirin. Li tevahiya taxên bajêr hevdîtin bi jinan re dihatin kirin, semîner dihatin lidarxistin û atolyeyên perwerdehiyê dihatin çêkirin. Ev bûn cihê hayjêhebûneke girîng."    Ozdînç, bibîr xist ku lê bi tayinkirina qeyûm re ev sazî hemû hatine girtin û niha saziyeke şaredariyê tune ye ku jin ji ber tahdeyan serî lê bidin. Ozdînç got: "Mixabin rêvebiriyên qeyûman ewilî êriş birin ser saziyn jinan. Derbarê jinan de çi hebû hemû ji holê rakirin, navendên jinan girtin. Derfetên ji bo serîlêdanan ji holê rakirin. Niha saziyeke şaredariyê tune ye ku jine ji ber tahdeyê serî lê bidin. Ev yek, polîtîkaya jinan a qeyûman nîşan dide."    KONSEPTA ŞERÊ TAYBET   Ozdînç, destnîşan kir ku di demên dawî de li Wanê û bajarên din ên herêmê bi destê unîformayên dewletê polîtîkayeke şerê taybet a li hemberî jinan di dewrê de ye û got: "Di şeran de aqilê dewletê ewilî dixwaze jinan têk bişikîne. Di demên dawî de hêzên dewletê sûcan dikin. Ev kesên bi unîforma bi desdirêjiyê, tahde û kuştinê di rojevê de ne. Ev polîtîka girêdayî şerê taybet in. Fuhûşa lI Colemêrgê, li Wan û navçeyên wê destdirêjiya cerdevanan a li zarokan û bûyerên bi destê çawîşên pispor tên kirin hema bibêje her meh çêbûn. Li Wanê di bin navê 'hêwana masajê' de fuhûş li jinan hatibû ferzkirin û şirîkên vê hêwanê jî polîs bûn. Mirov dikare behsa bi sedan tiştên wisa bike. Ev hemû parçeyeke konsepta dewletê ye ku ew xistiye dewrê."    Ozdînç, destnîşan kir ku aqilê mêr-dewletê rol û ristekê ji bo jinan difesilîne û got: "Piştî tayinkirina qeyûm saziyên jinan hatin girtin û pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Peymana Stenbolê hat fesixkirin. Niha jî mafê nefeqeyê yê jinan tê nîqaşkirin û hewl didin biryareke li hemberî jinan bigirin. Dixwazin jinan bitepisînin û hepsî malê bikin. Bi vê re polîtîkayeke tepisandinê pêk tînin. Jixwe polîtîkaya bêcezatiyê ya ji bo kiryarên jinan vê yekê xulase dike. Bi taybetî jî jinên kurd hîn bêtir bi vê yekê re rû bi rû ne. Jinên kurd ji ber ku tim têdikoşin, bi polîtîkayên çewisandinê yên dewletê re rû bi rû ne."    BANGAWAZÎ JI BO 8'Ê ADARÊ   Ozdînç, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dijî van pêkanînan dakevin qadan û got: "Dê jinên kurd li dijî tahdeya mêr-dewletê tim bitêkoşin û wekî her salê em ê îsal jî di di 8'ê Adarê de li qadan bin. Herî zêde ji têkoşîna jinan ditirsin, lê em ê her tim vê têkoşînê biqîrin."    MA / Hakan Yalçin