Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin 2022-03-04 09:07:12 AMED - Girtî Kurbanrî Ozcan ê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de, ragihand ku bi mirinê gef lê tê xwarin.    Girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ê di Girtîgeha Amedê ya Jimare 3'yan a Tîpa T'yê de ku berê gardiyanan tahde lê kiribû, telefonî malbata xwe kir û ragihand ku vê carê bi mirinê gef lê tên xwarin. Dayika wî Gulan Ateş, anî ziman ku kurê wê roja sêşemê telefon kiriye û gotiye: "Ger di girtîgehê de tiştekî bînim serê xwe yan jî tiştek bê serê min berprisê vê karmendê bi navê Mûhammed e. Tim tê ez tehrîk dikim. Dibêje, 'TU yê tiştekî bînî serê xwe bîne serê xwe, yan na ez ê bînim serê te.' Min ji ber binpêkirinên mafan ên li vira gilî kiribû. Ji ber ku ev binpêkirin bi rêya çapemeniyê belav bûn, tim bi ser min de tên."    FIKARÊN MALBATÊ   Dayik Ateş, bibîr xist ku berê jî tahde li kurê wê hatiye kirin û got: "ORta zivistanê kincên kurê min jê kirine û wî tazî li girtîgehê gerandine. Bi mirinê gefê li kurê min dixwin. Ditirsim kurê min bikujin. Ma mirov îşkenceyek wiha dike? Bang li rayedaran dikim; bila ji bo kurê min tiştek bê kirin."    ÇI BÛBÛ?   Ozcan di 8'Ê Gulana 2021'ê de telefonî malbata xwe kiribû ku gardiyanan êriş anîne ser wî û tiliyek wî şikandine. Dêya wî jî di 10'ê Gulana 2021'ç de serlêdan kiribû û piştî vê heyeteke ji Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (PHD) û Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Girtîgehê De (CÎSST) pêkhatî, xwestibû hevdîtinê bi Ozcan re bikre. Lê bi hinceta betlaneya fermî hevdîtina bi Ozcan re hatibû astengkirin.    OHD di rapora xwe ya 14'ê Hezîrana 2021'ê de ya têkildarî girtîgehên Amedê, ji bo Ozcan gotibû: "Girtiyê edlî Kurbanî Ozcan ku sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 3'yan a Tîpa T'yê hatiye kirin, ragihand ku di dema sewqkirinê de gardiyanan ew tazî kirine, di navbera 3-4'ê Gulanê de bi awayekî sîstematîk hatiye îşkencekirin, heqaret lê hatine kirin û gef lê hatine xwarin û ji ber kurdbûna xwe bi cihêkariyê re rû bi rû maye."    Ozcan li hemberî van pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kiribû.