Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e 2022-03-04 09:07:51 STENBOL - Siyasetmedar Nûrsel Aydogan, diyar kir ku dê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan be û ji bo çareserkirina meseleya kurdî û demokrasiyê divê Ocalan azad bibe.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 22'yê Sibatê de rapora binpêkirinên mafan ên sala dawî yên li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê daxuyandibû. Di raporêd e hatibû destnîşankirin ku 11 sal in xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin û rejîma înafza girankirî ya li Îmraliyê ji roja roj de rejma "îşkenceyê" ye.    Siyasetmedar Nûrsel Aydogan rapora derbarê binpêkirina mafan a têkildarî Ocalan de ku çend meh berê radestî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatibû kirin û ew bi xwe jî di nav heyetê de bû, nirxand.    Aydogan, bibîr xist ku parêzer her sal raporê amade dikin û bi raya giştî re parve dikin û rapora îsal jî di wesfê xulaseya tiştên 23 sal in li Îmraliyê diqewimin de ye.    Aydogan, destnîşan kir ku ger mijareke têkildarî meseleya kurdî di rojevê de be, divê kes hêviya bêalîbûn û serbixwebûnê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) neke, ji lew re dewletên YE'yê di rewşeke wiha de tenê berjewnediyên xwe esas digirin. Aydogan, bilêv kir ku YE bi biryarên xwe veguheriye saziyeke siyasî û ji ber vê ye serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbatê û parêzerên Ocalan bi awayekî erênî nayên bersivandin.    TENDURISTÎ Û JIYANA WAN   Aydogan, diyar kir ku YE, biryarên xwe parelelî dîtina xwe ya ji bo meseleya kurdî dide û hevdîtina 2 meha berê ya li CPT'yê bibîr xist. Aydogan got: "Me di hevdîtinê de got, saleke hevdîtin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin. Saleke ne malbata wî ne jî parêzerên wî nikarin hevdîtinê pê re bikin. Her wiha ne name, ne faks hwd. tu tişt nayên şandin. Derbarê tenduristî û jiyana Birêz Ocalan û her sê girtiyên din ên li cem wî de tu xeber tune ne. Ev bi tena serê xwe îşkence ye. YE, divê hay ji vê yekê hebe."    PERGALA ÎŞKENCEYÊ   Aydogan, bibîr xist ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê Pergala Înfazê ya Îmraliyê wekî "Pergala Îşkenceyê" pênase dike. Aydogan, destnîşan kir ku saziyên Ewropayê jî şirîkê vê pergala îşkenceyê ne û di hevdîtina xwe ya bi CPT'yê re li ser vê pergala îşkenceyê jî sekinîne. Aydogan got: "Rayedarê ku me hevdîtin pê re kiribû, gotibû dê sibê civîn çêbibe û ew ê vê yekê di civînê de bînez zimên. Piştî wê em nizanin bê çi bûye. JI lew re di qanûna damezrandina CPT'yê de tiştekî şaş heye. Belê, venihêrandinê dike, lê erkeke wê ya vê yekê bi raya giştî re parve bike tune ye. Tenê gava dewlet destûrê bidin dikare bi raya giştî re parve bike."    BERPIRS KE Û CPT YE   Aydogan, destnîşan kir ku êdî divê ev rewş bê guherandin û got: "Gava Birêz Ocalan tînin wir, di roja ewil de du kes diçin cem wî û ev kes jê re dibêjin 'Em endamên konseya Ewropayê ne. Ji niha û pê ve berpirsê hemû tiştên vê girtîgehê em in. Ev girtîgeh girêdayî me ye.' Rast e, tiştên li Girtîgeha Îmraliyê diqewimin hemû di bin kontrola Ewropay û CPT'yê de ne. Li wir çi tiştekî erênî yan jî neyînî hebe, berprisê hemûyan Konseya Ewropayê (KE) û CPT ye."    TÊKOŞÎNEK CIVAKÎ   Aydogan, destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan têkoşîneke civakî bivê nevê ye û got: "Êdî divê em azadiya Birêz Ocalan nîqaş bikin. Jixwe di sala 2022'yan de dirûşmeya herî berbiçav ev e; Dê sala 2022'yan bibe sala azadiya Ocalan.' Niha li pêşiya me Newroz heye. Dê Newrozeke li dijî tecrîda li ser Ocalan û Newrozeke ji bo azadiya Ocalan be. Ez wisa hêvî dikim ku dê Newroza îsal jî bi girseyî bê pîrozkirin. Azadiya Ocalan jî bi têkoşîneke girseyî pêkan e."    ‘DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'   Aydogan, di dawiya axaftina xwe de got: "Li cihekî wekî Tirkiyeyê ger asta têkoşînê neyê bilindkirin, hem rakirina tecrîdê hem jî azadiya Ocalan wê ne pêkan be. Em dibêjin 'Çi qas têkoşîn, çi qas berxwedan, ew qas azadî.' Ê me tenê rojevek me heye. Ew jî çareserkirina meseleya kurdî ye. Ev jî bi rakirina şert û mercên tecrîda li ser Birêz Ocalan û azadiya wî pêkan e. Ger meseleya kurdî neyê çareserkirin dê demokrasî neyê Tirkiyeyê. Ji bo çareserkirina meseleya kurdî û ji bo demokrasî bê Tirkiyeyê divê Birêz Ocalan azad be."    MA / Ferhat Çelîk