Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin 2022-03-04 09:59:54 STENBOL - Rêveberê HDP’ê Nezîr Erdemcî yê di operasyona li dijî DÎAYDER’ê de hatibû girtin û di danişîna ewil de hat berdan got: “Ji ber ku Stenbolê winda kirin, xwestin tola xe ji me hilînin.”  Li dijî meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) ku di nav de rêveberên HDP’ê hebûn di 3’yê tîrmehê de operasyona binçavkirinê hatibû kirin û 28 kes hatibûn binçavkirin. Serokê Komeleyê Ekrem Baran û 8 kes di 9’ê tîrmehê de hatibûn girtin. Îdianameya derbarê meleyan de 6 meh şûn ve hatibû amadekirin. 23 kes ji vê îdianameyê bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin. Derbarê 5 kesan de jî biryara dozvenekirinê hat dayîn. Danişîna ewil a doza meleyan ku li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê lidarxistin de Nezîr Erdemcî, Sefa Mehmetoglu û Enver Karabey ên li Girtîgeha Sîlîvrî girtİ^bûn hatin berdan. Derbarê Ekrem Baran û 5 kesên din de jî biryara dewama girtinê hatibû dayîn.    Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê Nezîr Erdemcî ku bi meleyan re hatibû girtin û di danişîna ewil de hat berdan ji ajansa me re axivî.    Erdemcî diyar kir ku dema ew di binçavan de bûye têkildarî DÎAYDER’ê gelek pirs jê kirine û polîsan bi israr xwestiye wî bikin endamê PKK’ê û wî jî viya red kiriye.    ‘MIN MELEYAN LI GIRTÎGEHÊ NAS KIR’    Erdemcî anî ziman ku ew ji sala 1996’an ve endamê partiyên siyasî ye û xebatên siyasî birêve dibe û got: “Ez îro jî endamê HDP’ê me. Pêvajoyek ecêb e. Tê gotin ku operasyon li dijî DÎAYDER’ê ye. Lê ez ne endamê DÎAYDER’ê me û ne jî tu eleqeya min bi wan re heye. Lê hêceta binçavkirina min ‘endamtiya DÎAYDER’ê ye. Min viya ji dadgehê re jî got. Bi rastî jî min meleyên endamên DÎAYDER’ê li girtÎgehê nas kir. Dema em li derve bûn jî tu eleqeya min bi wan re nebû.”    Erdemcî da zanîn ku tawanbariyê xistine stûyê wÎ hemû bêbingeh in û ew ji ber sedemên nehiqûqî hatiye girtin û tê darizandin. Erdemcî anî ziman ku di girtîgehê de mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin û tevî ew nexweş bûye jî lê tedawiya hatiye astengkirin û miameleya kêfî li wan dihat sepandin.    ‘LI DIJÎ PÊKVE JIYANÊ NE’    Erdemcî bertek nîşanî binçavkirin û girtina xwe da û got: “Min ji wan re jî got û niha dîsa dibêjim, qedera me teslîmî kêfa kesên welat birêve dibin kirine. Li gorî kêfa xwe dixwazin welat birêve bibin. Haya wan ji yekîtî û tevahiya welat û pêkve jiyana gelan qebûl nakin û ne li gorî vê welat birêve dibin. Li dijî polîtîkaya partiya me HDP’ê ya pêkve jiyanê tevger dikin û bernameya siyasî ya partiya me qebûl nakin. Em ê çawa pêkve bijîn? Heke em bi awayek birûmet û wekhev nejîn wê demê çima em dijîn? Yên welat birêve dibn berevajî vê pêkve jiyanê welat birêve dibin.”   ‘TEHAMÛL WINDAKIRINA XWE NAKIN’    Erdemcî diyar kir ku ji bo meseleya pêkve jiyanê berpirsiyariya her kesî heye û wiha got: “Girtin û binçavkirin li pêşiya vê yekê asteng in. Ev yek çareserî nîne. Ev yek di nava zarok û zêçên me de dibe sedema hêrsê. Hin bêtir dibe sedema neçareseriyê. Tişta ku em ji doza DÎAYDER’ê fêm dikin, dixwazin bi girtin û doza meleyan Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu reş bikin û bikin qurbanê vê yekê. Çimkî Stenbolê winda kirin û dixwazin tola vê yekê hilînin. Her wiha tehamûlî kurdan nakin ku şaredariyê bi wan da windakirin.”    MA / Mehmet Aslan