Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin 2022-03-04 11:12:02 MÊRDÎN - Li Girtîgeha Mêrdînê ya ku ev 12 roj in çalakiya greva birçîbûnê lê heye girtiyê nexweş Remzî Çaglin ji ber “lêgerîna nava dev” red kiriye, 7 meh in nayê tedawîkirin.  Li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E ji 21’ê sibatê ve girtî li dijî binpêkirinên mafan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger dan destpêkirin, di roja 12’emîn de berdewam dike. Girtî dixwazin binpêkirinên mafan bi dawî bibin û şertên wan bên başkirin û daxwaziyên wan bên qebûlkirin.    ‘LÊGERÎNA NAVA DEV’ RED KIRIYE    Girtiyê nexweş Remzî Çaglin (57) 27 meh in li Girtîgeha Mêrdînê tê ragirtin. Çaglin ji ber ku di dilê wî de kun heye û nexweşiya şekir lê peyda bûye dîsa jî nayê tedawîkirin. Navê Çaglin di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de jî cih digire. Tevî ku nexweş e û rewşa wî jî ji bo sewqa nexweşxaneyê guncav e lê ev 7 meh in nayê tedawîkirin. Çiglin li dijî sepana “lêgerîna nava dev” derketiye û daxwaza tedawiya wî tê redkirin. Çiglin bi telefonê li gel malbata xwe axivî û gotiye ew nikare dermanên xwe jî temîn bike.    ‘DERMANÊN WÎ NADINÊ’    Hevjîna Çaglin, Sitiye Çaglin diyar kir ku hevjînê wê nexweş e û extiyar e û wiha got: “Li hepsê zil mli wan tê kirin. Li revîra hepsê tedawiya wî tê kirin. Derman jê re tê nivîsandin lê dermanên wî nadinê. Ji bere w û girtiyên li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derketine, wan nabin nexweşxaneyê. Ji ber vê zilmê qebûl nakin îşkence li wan tê kirin. Girtî li dijî zilmê û neheqiyê di greva birçîbûnê de ne. Tenê ne hevjînê min girtiyên din jî nayên tedawîkirin. Dermanên wan nadin. Cilên em jê re dibin jî nadinê.”    Çaglin destnîşan kir ku piştî midûrê girtîgehê guheriye zextên li ser girtiyan zêde bûne û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û tedawiya girtiyên nexweş were kirin.