Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin! 2022-03-04 12:00:31 AMED - Li Amedê polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes kirin binçavan. Hat zanîn ku polîsan avêtiye ser mala Halîse Aksoy a dayika Egît Îpek ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin.  Li navenda Amedê vê serê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û alavên malan serûbin kirin. Hat zanîn ku polîsan di serdegirtina malan de gelek kes kirine binçavan. Lê heta niha navê binçavkiriyan nehat zanîn.   ‘VAN PIRTÛKAN DAYIKA TE DIXWÎNE?’   Polîsan avêt ser mala Halîse Akosy a ku cenazeyê lawê wê endamê HPG’ê Egît Îpek di nîsana 2020’an de bi pakêta kargoyê jê re hatibû şandin. Tevî ku Halîse Aksoy ne li malê bûye jî polîsan li malê lêgerîn pêk aniye û eşyayê malê belav kirine. Di kêliya lêgerînê de polîsan ji keça Halîse Aksoy ev pirs kirine: “Dayika tenê li malê dimîne? Kes tê û diçe mala wê? Gelo ev parfûm li vir çi dike? Gelo dayika van pirtûkan dixwîne?”    PIRSA EGÎT ÎPEK KIRINE    Xwişka Egît Îpek da zanîn ku polîsan di lêgerîna de pirsa birayê wê jî jê kirine û got: “Min ji wan re got dewletê cenazeyê wî bi kargoyê ji me re şand. Ma hûn vê jî nizanin?”    Polîsan nêzîkî saetekê li malê lêgerîn pêk aniye û dest danîne ser hin pirtûkan û nameyek Halîse Aksoy û ji malê derketine û çûne.