Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-03-04 13:40:53 ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê parlamentera HDP’ê ya Amedê de lêpirsîn da destpêkirin.  Parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel hatibû rakirin. Piştî rakirina parêzbendiyê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê Guzel de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Tê payîn ku dê ji bo îfadeyê bangî Guzel bê kirin.    Serdozgerî dê piştî karûbarên îfadeyê, delîlên heyî lêkolîn bike û biryar xwe bide bê ka derheqê Guzel de dê doza cemaweriyê were vekirin an na.