Nehêlan Gergerlîoglu biçe derveyî welat 2022-03-04 14:11:19 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ji bo konferanseke li Almanyayê hatibû vexwendin. Dema xwest biçe Almanyayê, bi hinceta biryara qedexeya derketina derve nehêlan biçe.    Tifaqa Demokrasiyê di çarçoveya xebatan de dê di navbera 5-6’ê adara 2022’yan de li Berlîn a Almanyayê “Konferansa Demokrasî û Azadiyê” li dar bixe. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî vexwendibûn konferansê. Dema Gergerlîoglu xwest biçe Berlînê, bi hinceta biryara qedexeya derketina derveyî welat destûr nehat dayîn ku biçe.    Têkildarî mijarê Gergerlîoglu ji ajansa me re axivî û bertek nîşan da. Gergerlîoglu, diyar kir ku mafê wî yê parêzbendî û siyasetê tê xespkirin. Gergerlîoglu got ku ew parlamentere û nabe ku derheqê wî de niha lêpirsînek were destpêkirin.