Qeyûm ji bo ‘Daristana Bahçelî’ baxçeyê çayê hilweşand 2022-03-04 14:33:21 AMED - Ekîbên Şaredariya Sûrê ya di bin rêveberiya qeyûm de baxçeyê çayê yê li ber “Daristana Bîranînê ya Bahçelî” ku tê çêkirin, hilweşand.  Tevî bertek û dijderketina partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî li ser navê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li Girê Çilsiwaran ê bi ser navçeya Sûrê ku li ber Pira Dehderî ye “Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçelî” tê çêkirin. Biryar hatiye girtin ku baxçeyê çayê yê li ber vê “daristana” tê çêkirin, were hilweşandin. Ekîbên Şaredariya Sûrê ya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo baxçe û du avahiyên cafeyan werin hilweşandin çûn cihê bûyerê. Ekîbên şaredariyê ji esnafan xwestin ku baxçe û avahiyan val bikin. Xwediyên cafeyan û welatiyên derdorê bertek nîşanî ekîbên şaredariyê dan. Tevî hemû nerazîbûnan jî ew cihên çayê yên li kêleka "daristanê" hatin hilweşandin.    Keyayê Taxa Dîcleyê Mehmet Îhsan Turan ê ku hat cihê bûyerê destnîşan kir ku rûhseta cafeyan heye û ew li dijî rakirina daran û hilweşandina cafeyan û baxçe ne.