‘Heta edalet were, em ê ji vir neçin’ 2022-03-04 15:25:21 WAN - Malbatên girtiyan ên li Wanê Nobeda Edaletê digirin wiha gotin: “Heta daxwaza me ya edaletê bînin cih, em ê ji vir neçin.” Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ên li Wanê di roja 82’yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê berdewam kirin. Dilşah Alkan a hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye, Kazim Tîmûr ê bavê Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye û Zubeyde Abî ya hevjîna Ebedîn Abî yê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin nobeda îro berdewam kirin. Îro rêveberên MEBYA-DER’ê serdana nobedê kirin.    ‘TÊKOŞÎN DÊ AZADIYÊ BÎNE’    Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya destnîşan kir ku dê têkoşîna malbatan bigihîje serkeftinê û dê ev têkoşîn zilmê bi dawî bike û bi vê têkoşînê dê girtî bigihîjn azadiya xwe. Kaya got divê her kes piştgiriya vê têkoşîna edaletê bike.    BANGA PIŞTGIRIYÊ    Kazim Tîmûr ê bavê girtî Botan Tîmûr spasiya mêvanan kir û got: “82 roj in em ji bo edaletê li vir in. Gelê me tê serdana me û me bêxwedî nahêle. Lê em dixwazin piştgiriyek hin bêtir xurt were nîşandan. Bi piştgiriya gelê me wê dengê me berz derkeve. Heke em xwedî li hev dernekevin wê tu kes xwedî li me dernekeve. Li girtîgehan zilma li ser girtiyan berdewam dike. Sûdê ji tu aktîvîteyan nagirin. Me got belkî wezîrê nû pirsgirêkan çareser bike, lê ew jî çareser nake. Em edaletê dixwazin. Heta daxwaza me ya edaletê bînin cih, em ê ji vir neçin.”