Şandeya HDP’ê serdana YNK’ê kir 2022-03-04 16:11:42   SILÊMANÎ - Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Silêmaniyê serdana Mekteb Siyasî ya YNK’ê kir.   Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP ya ji Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşiçer û Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz pêk tê, li başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên ji bo vexwendina partî û rêxistinên başûrê Kurdistanê ya ji bo Newroza Amedê didomîne.    Duh şandeya HDP’ê li Silêmaniyê serdana Mekteb Siyasî ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê kir. Şande ji aliyê Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Soran Cemal Tahîr, Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Serhed û Endamê Mekteb Siyasî ya Penwendiyên Kurdistanê Xalîd Ebdal ve hat pêşwazîkirin.     Derbarê serdana şandeya HDP’ê de, Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Cemal Tahîr di malpera xwe ya tora civakî de peyamek belav kir û got: “Di serdanê de peywendiyên kevin yên navbera her dû hizban de hate axaftin. Herwiha peywendiyên ji bo berjewendiyên Gelê kurd wê çawa were bihêzkirin, hate axaftin. Rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê, pêngavên ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraq û hilbijartina serokkomarê Iraqê hat guftugokirin.”