Polîs çûn mala Semra Guzel 2022-03-04 21:35:58 AMED – Polîs çûn mala Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin.    Piştî du fezlekeyên derbarê Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzelê de sewqî Meclîsê hatibûn kirin, di 1'ê Adarê de li Desteya Giştî parêzbendiya wê hatibû betalkirin.   Piştî betalkirina parêzbendiyê polîs îro çûn mala Guzelê.    Piştî betalkirina parêzbendiyê Serdozgeriyê Komarê ya Enqereyê jî îro bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Guzelê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî vê polîs li Amedê çûn mala Guzelê. Hat hînbûn ku Guzel ne li malê bûye.