ROJEVA 5'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-05 09:00:57   * Resmiye Vatansever ku ji 16 salên xwe yên girtîgehê 7 salan di hucreyê de ma ye, wiha got: “Ji bo ku destkefiyên jinan mayînde bibin, hewceye derbên mayînde li pergala mêrserdest bên xistin. Jinên li girtîgehê baş di ferqa vê rastiyê de ne. Divê em nehêlin ku berxwedana me, di bin siya êrişên dijwar de bimîne.”   * Kovara Jineolojiyê ya ku nîqaşên jinan lê tê nivîsandin 6 sal in weşana xwe didomîne. Endama Desteya Weşanê ya Kovarê Rûşen Seydaoglu got kovar kanalên ramana nû ava dike û li dijî aqilê pozîtîvîst şêwaza jiyanek nû datîne holê.    * Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, diyar kir ku li Efrîna ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, di nava 2 mehan de herî kêm 120 kes hatine revandin û heya niha li bajêr 8 hezar kes ji aliyê çeteyan fîdyexwaz hatine revandin.    * Rojnamevanan diyar kir ku rojnamevan divê di şer de nexşerêya muzakereyê xêz bikin û gotin: "Berprisiyariya sereke ya rojnamavenan dabînkirina aştiyê ye."   * Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, anî ziman ku Rûsya bi dagirkirina Ûkrayanyê re NATO'yê xurtir kiriye û got: "Çareserî, rêzgiriya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Ûkraynayê ye."    * Dibistana Suleyman Nazîf bi hinceta dê "bibe navenda cazîbeyê" hatibû restorekirin. Piştî restorekirinê Qeymeqamtiya Sûrê lê bi cih bû. Sekreterê Egîtîm-Senê yê Şaxa Amedê Tahîr Çetîn, bertek nîşanî vê da û got, li navçeyê ji ber kêmbûna dibistanan polên dibistanên din pir qelebalix bûne.    * Geşedanên têkildarî şerê Rûsyayê û Ûkraynayê dê bên şopandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 362'yemîn de berdewam bike.    * Rêxistinên jinan dê bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran şahî û çalakiyan li dar bixin. (12.00-17.00)    Dayikên Şemiyê wê di hefteya 888'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Çalakiya Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" tên lidarxistin dê berdewam bikin. (12.00 - 13.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê daxuyanî bide. (13.00)   * ÎHD'a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser jinên winda dê li ber Sumerbanka Kevn a li Navçeya Konakê daxuyanî bide. (13.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê li pêş ÎHD'a Enqereyê di hefteya 391’emîn balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)    * ÎHD'a Stenbolê dê di hefteya 519’emîn de li ber avahiya xwe çalakiya “Rûniştina F” li dar bixe. (13.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (13.00-16.00)